STOCKHOLM, 29/10 2020 — Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta sêsaliya pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê kitêbeka gewdebiçûk lê belê tejî agahdariyên tarîxî û konkret nivîsiye û hêjaye ko her kurdek bi diqet bixwîne.

Kitêb ji bilî pêşgotina serok Barzanî ji van hevde beşan pêktêt û wekî çîroka qedera miletê kurd ya van sedsalên borî ye.

  1. Dabeşbûna Kurdistanê
  2. Damezirandina dewleta Iraqê
  3. Şoreşa îlonê
  4. Plana jinêvbirin û asîmîlasyona gelê kurd li Iraqê
  5. Reperîn
  6. Kongreya opozîsyona iraqî û roxîna rejîma berê
  7. Şerê Da’işê
  8. Bêhêvîbûna kurdan di Iraqa nû de
  9. Serdana [min] bo Emerîkayê
  10. Serdana [min] bo Bexdayê
  11. Biryara pêkanîna referandumê
  12. Reaksiyon û givaştinên nêvdewletî
  13. Civîna li Sihêlan
  14. Gel dengê xwe da
  15. Reaksiyona hikûmeta Iraqê
  16. Şazdehê oktoberê
  17. Gotina dawiyê

Di destpêka kitêbê de serok Barzanî behsa dabeşbûna Kurdistanê di nêvbera împeretoriya osmaniyan û ya sefewiyan de dike ko Kurdistan kir du beş û paşê jî behsa peymana Sykes&Picot dike ko Kurdistan kir çar beş.

Ji ber ko kitêb behsa referanduma serxwebûna Kurdistanê dike serok Barzanî bivênevê bi dirêjahî behsa avabûna dewleta Iraqê ya li ser bingehê xelet dike û diyar dike ka Brîtanyayê çawa Iraq wekî dewleteka kolonî ava kir û Melik Feysel ji Erebistana Siudiyeyê daxilî Iraqê kir da vê dewletê îdare bike.

Di serdana xwe ya bo Emerîkayê de serok Barzanî pêncê adara 2015-ê li Koşka Spî digel serokê wê demê yê Emerîkayê Barack Obama civiya. Di wê civînê de ko Qubad Talebaniyê kurê rehmetî Celal Talebanî û hinek berpirsên dî yên Kurdistanê jî wekî şahid amade bûn cara pêşiyê serok Barzanî ji serokekê Emerîkayê re behsa niyeta miletê kurd ya avakirina dewleteka serbixwe kir.

Barack Obama piştî guhdarîkirineka dirêj got dosyaya kurdan di destê cihgirê wî Joseph Biden de ye û got vê meseleyê bi teferuatên wê ve digel Biden baxivin. Joseph Biden jî beşdarî wê civînê bû û roja paştir şeşê mehê heyeta kurdan civîneka dirêj digel Biden kir û di netîceya civînê de Biden ji serok Barzanî re got:

— Ez û tu, em herdu dê di temenê xwe de serxwebûna Kurdistanê bi çavên xwe bibînin.

Min ev gotin yan jî soza Joseph Biden berê bihîstibû lê belê di vê kitêbê de wekî belge jî ketiye destê me ko sozeka wiha heye û vêca em dê bibînin ka dema ko Joseph Biden bibe serokê Emerîkayê yê nû dê vê soza xwe pêkbîne yan ne.

Di kitêba serok Barzanî de tişta ji bo min gelek giring ew e ko fikreka wî ya zelal di heqê rola xirab ya ingilîzan li hemberî miletê kurd de heye. Brîtanyayê hîç demekî nexwestiye ko kurd dewleteka serbixwe ava bikin û piştî ko hêzên siyasî yên Kurdistanê heftê hezîrana 2017-ê biryara pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê da, ingilîzan rûyê xwe yê dijminane nîşan da û ambasadorê wê demê yê Brîtanyayê li Iraqê Frank Baker bû ”fitnebazê” têkbirina referandumê û heta têkbirina Kurdistanê jî. Serok Barzanî wiha dinivîsîne:

— Ez dixwazim li vêderê ji bo tarîxê behsa rola negatîv ya herdu dîplomatên brîtanî û emerîkî bikim. Piştî ko heftê hezîrana 2017-ê biryara pêkanîna referandumê hat dan, Frank Bakerê ambasadorê Brîtanyayê li Iraqê ko di destpêkê de li hemberî vê meseleyê vekirî bû û behsa hemahengî û hevkariya welatê xwe û Kurdistanê di qunaxên bêt de dikir, di dawiyê de wî roleka gelek xirab li dijî Kurdistanê lehîst û haya wî ji gelek fitnegerandin, plangerandin û nehêniyên li dijî Kurdistanê hebû û destê wî [bi xwe] jî tê de bû. Douglass Sillimanê ambasadorê Emerîkayê li Iraqê jî roleka gelek xirab lehîst: hem di dehfdana neyarên Kurdistanê de û hem jî di rêkirina rapor û agahdariyên xelet di heqê Kurdistanê de bo Washingtonê. General Paul Funk jî ko qumandarê operasyonên eskerî yên Emerîkayê li Iraqê bû û nû dest bi kar kiribû roleka negatîv di dijayetîkirina referanduma gelê Kurdistanê de hebû.

Serok Barzanî behsa xiyaneta 16-ê oktoberê ya li Kerkûkê û deverên dî dike û dibêje wan texmîn nedikir ko Emerîka dê bi tankên Abrams piştgiriya Heşda Şebî û Îranê bike da êrişî Kurdistanê bikin.

Roja 17-ê oktoberê ambasadorê Emerêkayê yê li Bexdayê, Douglass Silliman mesajekê ji serok Barzanî re rêdike û dibêje:

— Dinya hat guhortin. Îro ne duhî ye, divêt hon hişê xwe bînin serê xwe.

Plana Brîtanyayê û Emerîkayê ew bû ko hêzên Iraqê bi piştgiriya Heşda Şebî û Îranê û bi piştgiriya nêvdewletî ya Brîtanyayê û hevkûfên wê, temamiya herêma Kurdistanê dagîr bikin û heta Zaxoyê biçin û Hewlêr û Dihokê jî têkbibin.

Dema serok Barzanî fêm dike ko niyeta dijminên Kurdistanê xirab e biryara şerê man û nemanê dide pêşmergeyên Kurdistanê û pêşmergeyan hêzên Iraqê li Sihêlan û li Pirdê têkbir. Dema ko pêşmergeyan li Pirdê tankên emerîkî Abrams teqandin û li Sihêlan jî derbeyên kujinde li ordiya Iraqê da serok Barzanî mesajek ji ambasadorê emerîkî Douglass Silliman re rêkir û got:

— Îro ne wekî duhî ye û sibe jî dê ne wekî îro be.

Dewletên dagirkerên Kurdistanê û nemaze Tirkiye gelek caran kurdan tawanbar dike ko goya ingilîz piştgiriya kurdan dikin yan jî dixwazin “axa Tirkiyeyê” parçe bikin. Lê belê heqîqet ew e ko fitnebaza herî mezin li hemberî avakirina dewleteka serbixwe ya Kurdistanê dewleta Brîtanyayê ye.

Bi qenaeta min Brîtanyayê cesaret da Iraq, Îran û Tirkiyeyê da bi hev re li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê kar bikin. Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu berî referandumê digot “dewletên mutefiqên me ji me re dibêjin tixûbê we digel herêma Kurdistanê heye û hon dikarin rê li ber kurdan bigirin”. Çavuşoglu navê Emerîkayê da lê belê yê Brîtanyayê neda.

Brîtanya mejiyê fitnebaziyê ye û dijmina Kurdistana serbixwe ye. Ya ko Emerîkayê jî qane dike ko dewleteka kurdan çênebe her Brîtanya ye. Spas ji bo Xwedê û ji bo serok Barzanî ko di kitêba xwe de behsa rola fitnebaz ya Brîtanyayê kir.