Rojhelatnas û kurdologên Ewropî wexta ku li ser kurdan lêkolîn kirine, di serê serî da li ser folklorê kurdî hûr bûne. Bavê kurdolojiyê Aleksandir Jaba dema ku bûye konsolosê Uris û di salên 1850an da hatiye Erziromê, li ser daxwaza Akademiya Urisêtê ya zanyarî, li ser kurdan dest bi lêkolînê kiriye, ewî ewilîn berhemên zargotinê berhev kiriye. Pey ra ewî destnivîsên berhemên klasîk bi dest xistiye û ew şandine Urisêtê.

Kurdologên bi navûdeng yên wekî Bazil Nikitîn û Vîlçevskî jî bi girîngî li ser zargotina kurdî sekinîne.

Vîlçevskî girîngiya zargotina kurdî bi vî şeklî aniye ziman “Herçî kesên ku li ser kurdan dest bi lêkolînê dike –bi çi tehrî dibe bila bibe- di gera serî da li ser zargotina kurdî hûr dibe.”

Dewlemendiya zargotina kurdî bala hemû kurdologan kişandiye. Di vî warî da B. Nikitîn weha dinivisîne “Wexta ku meriv li ser zargotina kurdî hûr dibe, tiştê herî balkêş, bêhediya dewlemendiya wê ye.”

Nikîtîn, sedemê vê dewlemendiyê waha şirove kiriye “Ji ber ku di nav kurdan da xwendin û nivîsandin tune bûye, yan jî pirr kêm bûye, kurdan hemû tiştên xwe di zargotina xwe de aniye ziman.”

Zargotin çi ye? Kilam, destan, kilamên destankî, mesele û metelok in. Lêbelê eslê zargotina kurdî di esasê xwe da kilama kurdî ye. Ji pirs û gotinên pisporên Ewropî jî diyar dibe ku kilama kurdî li ser vî esasî tê şirovekirin. Kilama kurdî nasnama kurda ye. Dengbêjên kurdan li ser hemû bûyerên ferdî, civakî û siyasî kilam û destan afirandine. Ji ber wê yekê meriv dikare bêje ku ew bi her tehrî arşîva kurda ye.

Destanên kurda, di dem û dewranên kevn da rewşa jiyana civakî çawa bûye, mantelîteya kurdan çawa bûye, vana nîşanî merivan didin.

Di van du sed salên dawî da çiqas bûyerê siyasî bûne, dengbêjan li ser wan kilam derxistine û ew kilaman îro jî di nav gel da tên gotin.

Di dem û dewranên bihurî da, kurdan bi wasita kilamê bi hev ra pêwendî girêdane. Kurdên ku li deverên cuda-cuda bûne, bi saya kilama kurdî ji hev haydar bûne. Kilama kurdî di eynî wextê da wezîfa medyayê aniye cî.

Wexta ku dengbêjan li ser bûyerên civakî kilam afirandine, ew bi hostetî û bi qaîde meqamên xweş va anîne ziman, gel wan ecibandine, di nav xwe de xwedî kirine û ew derbasê deverên din kirine. Mînanî ça ku meriv kevirekî davêje gola avê, ciyê ku kevir lêdikeve, av pêl dide, ew pêl fire dibe, dice xwe digihîne qeraxê golê, eynî wusa.

Kilamên kurdan mînanî stranên gelên din ne tenê stran in. Taybetiyên xwe hene. Ew hem stran in, hem jî belgeyên dîrokî ne. Hem neynika sosyolojiya kurda û mantalîteya kurda nin û hem jî xezîneya zimanê kurdî ne.

Ew kesên ku li ser kurdan roman dinivsînin, li ser dîroka kurda xebatê dikin, li ser zimanê wan lêkolînan dikin, bi mûzîkê ra mijûl dibin, li ser rewşa jiyana civakî pirtûkan dinivsînin, eger ji kilama kurdî haydar nebin, kî çi dibêje bila bêje, hemû çalakiyên wana kêm in, bingeha wan lawaz e.

Bo mînak, bi kurdî ez çend tiştan bêjim; meriv dema li destana Kerr û Kulik mêze dike, tê derdixe ku dem û dewranin kevn da, di jiyana civakî da koçerîtî pirr gumrah bûye. Di bûyerê da jin jî bi qasî mêran xweyî rol bûne. Wexta ku meriv qewlê xwe birrî, mirin jî tê da hebe ji sozê xwe venagere. Dizî eyba herî giran e, lê talankirin nexşê mêranîyê bûye.

Di destana Memê Alan da, meriv (di şexsê Qeretajdîn da) xerîbdostî, mendî û fedekariyê dibîne. Di şexsê mîre Cizîra Botan da, mîrên kurdan ên aqilsivik, di destê kesên fêlbaz da (Bekoyê Awan) çawa dibin pêleystik, ew bala merîyan dikşîne.

Di destana Sîyabendê Silîvî da gelek xalên girîng henin. Lê ez ê tenê yekî nîşan bikim; gava ku Sîyabend terkedinya dibe, ew û Qeregêtran rastî hevdu tên, hal ehwalê xwe ji hev ra dibêjin û xeberdaneka waha di nav wan da dibe: Siyabend dibêje “Neyarê min felek e, ez li pey wî ketime, ew li ku be ez ê wî bigrim, biqefilînim û heyfa xwe jê hilînim.”

Dema ku Qedê dibê “Kuro felek ku heye ji xeybê ye, ew qasidê Xudê ye, tu kes nikare tiştekî bi wî bike” Siyabend vê pirsê dibêje “Wele ew qasidê Xudê be jî ez dev jê bernadim.”

Ev gotina Siyabend, taybetiyeka insanê kurd nîşan dide. Însanê kurd, wexta ku neyarê xwe neçar dike, ew “qasidê Xudê” be jî dev jê bernade.

Destana Sîyabendê Silîvî rastiyeka din jî rayî merîyan dide. Di kovarekê de ez rasti nivîseke M. Zahir Kaya hatim. Destana Sîyabendê Silîvî û destana Gilgamêş muqayese dike û gelek xalên hevbeş destnîşan dike. Ev jî nîşan dide ku kurd di eynî wextê da xweyê mîrata Mezopotamyayê ne.

Bazil Nikitîn jî ji du rêzikên kilameka Evdalê Zeynikê taybetiyeka kurdan a din nîşan dide. Li ser şerê kurên Surmelî Memed Paşa û Çerkezan Evdalî kilamek derxistiye. Di kilamê de pirseke waha heye:

Evla Begê min ji dîwanê derket, dimilmilî

Çû dîwana Çerkez Omer kire gilî

Dîwan teng bû, mile Mîrê Zirav tê da nedifitilî

 

Nikîtîn dibêje: “Meriv ji vê gotinê têderdixe ku kurd di ciyên teng da nikarin şer bikin, ew di ciyê fire da şer dikin.”

Li Ser Bedewiya Jinan Kurd Çi Difikrin

 

Ji Kilama “Qaza Muksî” Çend Rêzik:

 

Lê lê muhibê, serî diêşe

Dilê min ji bona te yan e, yan e

Taxima sing û berê Qaza min,

Yalîkî deşt e, yek zozan e,

Tê da hêşîn bûne gul û fîdan e,

Serê hemûyan li hewa ne.

 ………

 

Wey gundîno Qaza Min qaz nîn e,

Yeka bejinzirav e, çepeldirêj e, porkej e,

Navik qendîl e, garden zirav e, jê diêlîne,

Zarave şîrîn, zimanê tûtîn e,

Bi şêst û şeş awazan ji xwe ra diqebîne,

Suretê sor û sosinê xal-xalî ne,

Cavê reş in, kildayî ne

Birîyên tenikê qeytanî ne

Nava birîyan çar tilî ne.

 

Li serê Qaza mi kofî ne,

Li ser kofiyê şar û şemaqî ne,

Li ser şar û şemaqîyan mirîşkî ne

Li ser mirîşkîyan qolek zêrê Mehmudî ne.

Taxima Sing û berê Qazê mînanî zozanê li Çulyê, li Maçulyê

Li Axuryê, li Sine û Sînegê,

Qazgol û Bîngolê, Şûşan û Tekmanê,

Li welatê me Serhedê,

Meriv konê xwe lê dayne, çadira xwe lê biçikîne,

Çend rojeka bi mêvanî

Li taxima sing û berê Qazê bimîne,

Lezetê ji bedena xwe bibîne….

Kivşe ye ku “sing û berê” jinê, ji yalê bedewiyê da xaleke pir muhîm e. Evîndar bi devê dengbêj va “sing û berê” dilketiya xwe dişibîne zozanan, hemû zozanên Serhedê yên bi nav û deng rêz dike, “çardaxa xwe lê diçikîne” û “lezetê ji bedena xwe dibîne.”

Evîndar ji serê dilketiya xwe da dest pê dike, kofîyê li sere wê dike û şemaqîyan va dixemilîne û qolê zêra li dorê dicivîne, bejn û bala wê terîf dike û rewşa porê wê jî tine ziman. Kivşe ye ku “porê kej” meqbûl e. Rewşa enîyê jî muhîm e. Gerek enî fireh be, birî “qeytanî” bin, nava birîyan fireh be, “çar tilî” be. Gerek bi “suretê sorê xal-xalî” va diran jî hurik û mircanî bin. Di nav xalên bedewîya jinê da, şiklê xeberdanê jî gelek muhîm e. Bi qasî ku ez dizanim, li rûyê erdê di nav tu gelî da nexşên bedewîyê bi “zimanê tûtî”, “zimanê şîrîn” û bi “dev û lêvên şekirî” va nehatiye terîfkirin. Xêncî merîyên kurd tu kesî xeberdana dilketiya xwe neşibandiye qebqeba “kewên gozel”.

Ewên ku ji van taybetîyên kurdan haydar nebin, ew ê çawa “hikayetên kurdî” yan jî “romanên kurdî” binivisînin?…

Aniha gelek kesên ku bi “mûzîka kurdî” ra mijûl dibin hene. Beşek ji wan xwedênegiravî “mûzîka kurdî ya modern” çêdikin. Ez bala xwe didimê, pirranîya wan ne ji kilama kurdî ya klasîk agadar in, ne ji motîfên strana kurdî. Bi vî tehrî stranên wan jî ji yalê gel da nayên ecibandin û demekê şûnda jî mînanî fiseguran li ber bayê winda dibin û diçin.

Li jorê min gotibû ku kilama kurdî nasnameya însanê kurd e. Ew bi qayde û meqamên xwe va, bi şêwe û awazên xwe va ruhê însanê kurd e û ji kûrahîya dilê însanê kurd diherike tê.

Lê mixabin ew kesên bi çand û wêjeya kurdan ra mijûl dibin, pirraniya wana ji vê rastiyê haydar nînin, guh nadinê. Li gorî wana kilamên kurdan stranên sîstema feodalîyê ne, ji çend “lê, lê…!” û çend “lo, lo …!”yan pêktêne. Ew bi çend sloganên “Kurd û Kurdistanê” va dilê xwe rehet dikin û xwe didine alîkî. Yan fehmkor in, yan jî çepîtîyê ji xwe ra dikin bahane. Gelek ji wan jî bi kurdîtiya tirkanî va cila xwe ji avê derdixin.

Dengbêjiya Serhedê û Dengêjên Serhedê

 

Kilama kurdî li Serhedê pêşda çûye, geş bûye, xweş bûye û kemla xwe dîtiye. Li welatê jêr lawaz maye. Li gorî me serhediyan “welatê jêr” hêla Ruhayê, Mêrdîn û Diyarbekirê ye. Em beşeke Sêrt û Batmanê jî li ser Serhedê dihesibînin. Ji yalê çandî va hêla Çolemêrgê ne Serhed e, ne jî welatê jêr e, ew parçekî hêla Behdînan e.

Çend sedemên serdestiya dengbêjî ya Serhedê henin: Ez dixwazim qala wan bikim, li gorî min yek ji wan ev e: Li welatê jêr sîstema feodalî pir hişk bûye. Ya duduyan jî, welatê jêr ku nêzîkê ereban bûye, zêde di tesîra mantalîta ereban da maye. Serhed ku ji ereban dûr bûye, zêde di bin tesîra wan da nemaye. Çawa ku pirsa pêşiyan dibêje “kê ku jê dûr e, gul û nûr e” eynî usa. Sedemê sisiyan; li herdu hêla cudatiya rewşa jiyana axa, beg û paşayên kurdan e. Jiyana axa, beg û paşayên welatê jêr bi tersê osmaniyan (tirkan) bûye. Ji ber vê yekê zêde guh nedane çanda kurdî. Lê rewşa jiyana axa, beg û paşayên Serhedê bi terse “kurmanciyê” bûye. Li çanda kurdî bêtir xweyî derketine. Ji wana her yek dengbêjê wan ê taybetî hebûne. Evdalê Zeynikê dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûye. Beriya Evdal Gula Fille dengbêja wî bûye. Gulê bi eslê xwe ermenî bûye û qîza keşîşekî ermenîyan bûye. Di eynî demê da dengbêjê Tarxanê Qeleneyê Şêx Silê bûye. Bi wasita Evdalê Zeynikê em ji Şêx Silê haydar in. Ev di sale 1950 da bi Evdal ra ketiye lejê û dest li ber Evdal danîye. Qelene erdê Îranê ye û li ber sînorê Romê da ye, ji ber wê yekê li ser Serhedê tê qebûlkirin. Tarxanê Qeleneyê ji “Torinan ê Mala Şêro” bûye û pismamê Kor Husên Paşa ye.

Dengbêjê Kor Husên Paşa berê dengbêj Taha bûye, paşê jî Feqiyê Qizqapanê bûye. Li gorî gotinên gotinbêjan, dengbêj li cem Husên Paşa pirr bi rûmet bûne. Bîst û çend sal berê merivekî bi emir ji mi ra qal kiribû. Ewî digot wexta ku Husên Paşa diçû cîyekî, muheqeq dengbêjê xwe bi xwe ra dibir. Wexta ku çûye “Şerê Filan” (1920) tenê karyola xwe û dengbêjê xwe bi xwe ra biriye. Ewî Feqiyê Qizqapanê jî dîtîbû. Ji Feqî anektodekî neqil kir. Weha digot “Feqî ji min ra qal kir. Husên Paşa wexta ku dê raza, bi min kilam dida gotin, bi kilaman va xew ra diçû. Şevekî ewî dîsa xwe li ser nivînên xwe dirêj kiribû û min jî jê ra distra. Demekê şûnda min dît ku çavên wî hatin girtin. Min jî got herhal di xew ra çûye û min dengê xwe birrî. Min hew dît ji nişkê va ewî çavên xwe vekir û zûz-zûz li min mêze kir. Mînanî ku min sûc kiriye. Min jî hema dengê xwe hilda û kilam got.”

Dengbêja Rizayê Xalid (Serokê Emerya) Pêroya Têxutê bûye. Di salên 1960î da camêrekî biemir ji min ra qala Pêro kiribû. Li gor gotina camêr, Pêro bi husnê xwe va nerind bûye, rûyê wê bi xurî bûne. Ewî digot wexta ku Pêro distra, xêlî diavête ser serê xwe ku di nezera guhdaran da xweşiya kilama wê neteribe.

Ew camêr ji hêla Melezgirê bû û şerê Kejik baş dihate bîra wî. Li ser Kejik Emerya û Şewêşya şer kirine û gelek mêr ji hev kuştine. Ew şer bi texmîn di sala 1890 yan jî di 1891 da bûye. Rizayê Xalid, birayê wî Fetullah û Eshed çûne Kejik, li wir bi şewêşyan ra şer kirine û kilama “Dêran” li ser wî şerî hatiye gotin. Wî camêrî got “Piştî şer, her du seriyan cinazên xwe li erebeyên ga kiribûn û dibirin, Pêro bi kêleka ereba cinazeyên Emerya ketibû kilaman digot.”

Dengbêjê Xalid Begê Hesenî jî, Evdilkerîmê Kuştîya bûye. Evdilkerîm  -bi texmîn- di navbera salên 1890-1920 da li cem Xalid Begê maye. Ew jî dengbêjekî serdest û bi navûdeng bûye. Pey ra gelek dengbêjên hêla Melezgirê û Bilanixê (Kopê) di stîla wî da kilam gotine.

Li cem axe, beg û paşayên Serhedê dengbêj pir bi rûmet, bi qedir û qîymet bûne. Li Serhedê pirseke weha heye: “Dengbêj destûrdayî ne”. Ji ber vê yekê tu kesî nikaribûye ji dengbêjan ra, “ji gullê girantir” pirsekî bibêje. “Ha şah, ha paşa.” Eger axe yan jî begekî bêxatiriya dengbêjekî bikira, ew ji yalê gel da dihate ricimandin, êdî di nav gel da rûmeta wî nedima.

Hemû axe, beg û paşayên Serhedê li dengbêjên baş geryane û ew birine kirine dengbêjên xwe. Çimkî ew bi dengbêjên xwe va şerefdar bûn. Wana daîm dengbêjên bi nav û deng birine şênahî, dawet û dîlanên xwe. Bi dengbêjan pesnê xwe dane. Wekî “filan dengbêjî hatiye li dîwana min çok daye erdê û kilam gotine.”

Rewşeke usa ya axe, beg û paşayên welatê jêr tunebûye. Bêşik ji welatên jêr jî dengêjên baş derketine. Lê tu yekî ji wana mînanî dengbêjên Serhedê tu rêçek li pey xwe nehiştine, tradisyoneke dengbêjiyê li dar nexistine.

Ji ber vê yekê -beriya wexta jî min gotibû- gelek bûyerên muhîm, yên civakî, yan jî yên sîyasî li welatê jêr qewimîne, lê li Serhedê bi zor ketine.

Ez bi xwe bi salan bi karê dengbêjiyê ra mijûl bibûm, min peyvika “mitrib” nebihîstibû. Ez ku çûme welatê jêr, min ev peyvika li wê hêlê bihîstû, ez şaş û metal mam, çima ku navê dengbêjan li wê derê “mitrib” bû.

Ez dixwazim ku li vê derê anektotekê neqil bikim. Ez di sala 1964 da li Erziromê bi zilamekî biemir ra hevnas bûm. Xalê Silêman. Wê demê salên wî 83 bûn û xortaniya wî li Dîyarbekirê derbas bibû. Ji malbatek pêşhatiyên Çata Erziromê bû, merivekî welatparêz bû û bi fakir û raman bû.

Xalê Silêman got “Min bi xortên mala Cemîl Paşa ra hevaltî dikir, em bi şev û roj bi hev ra bûn. Rojekî em li dîwana mala Cemîl Paşa bûn, zilamek hate cem me. Dema ku em pê hesîyan ew zilam stranbêj e, em pêda ketin, me got ji me ra bistre. Li ser daxwaza me wî zilamî dest pê kir sitra. Demekî şûnda mezinê wan bi hêsr û gef kete hundir, got “Yah, yah ma kuro ev axurê ker û hespan e ku dengê zirrîna kera jê tê!” Wî zilamî jî dengê xwe birrî û derket çû.”

Sedemekî serdestiya dengêjiya Serhedê jî kurdên êzidî ne. Li gelek deverên Serhedê kurdên êzidî piranî bûne û hetanî salên 1850an kes zêde têkilî wana nebûye. Ji ber ku li Serhedê pirrdengî û pirrengî hebûye, her kesî li gor baweriya xwe jiyana xwe domandiye.

Navê hêla Intabê (qeza Agiriyê, Tutax) “Êzdîxane” bûye. Çimkî pirraniyê wira êzidî bûne. Hêla Ebexê (dorhêla Muradiyê, başûr û rojhilatê Qersê) kurdên êzidî bûne. Sineg bi temamî êzidî bûne. Li Serhedê “zozanên Sinegê” bi nav û deng in û ew hêl di navbera Tuzlîcê û Qerekosê da ye. Navê wê “Sinega êzidiyan” bûye.

Pûşkîn şerê rûsa yê bi navûdeng di pirtûka xwe ya bi nave Rêwitiya Erziromê da dirêj-dirêj qala kurdên êzidî dike. Wexta ku di sala 1828 da di navbera romê û uris da şer derketiye, Pûşkîn jî wê demê li cem fermandarê orduya uris ya Qafqasyayê bûye û bi orduya uris ra hatiye Erziromê. Orduya uris ji Arpaçayê da ketiye nav sînorê romê, di tapa Qersê ra xwe gihandiye Sarîqamîşê, di ser Hesenqelê da çûye Erziromê. Helbet di derûdorê rêya wan da pir êzidî hebûne ku wan bala wî kişandiye.

Ehmedê Mirazî di pirtûka xwe ya bi nave Bîranînêd Min da qala kurdên êzidî dike. Ehmedê Mirazî bi xwe jî êzidî bûye. Ji gundekî Dîyadînê (Tutax) bûye û di wexta Şerê Cîhanê yê Yekemîn da ew 14-15 salî bûye. Li gor gotina wî gelek gundên êzidîyan li wan deran hebûne.

Di pêşdaçûyina çand û dengêjiya kurdî da kurdên êzidî roleka pir muhîm leyistine. Wana ku piştî Şoreşa Sovyetê, li Rewanê mecal dîtine, çalakiyên giranbuha kirine. Li wê derê hejmara wana jî ewqas zêde nebûye, 40-50 hezar bûne. Rewşenbîrên wekî Erebê Şemo, Casimê Celîl, Heciyê Cindî, Ehmedê Mirazî, Cerdoyê Gênco û gelekên din, li ser çanda kurdî lêkolînên bêhempa kirine. Bi taybetî di pêşengiya Casimê Celîl û hevalên wî da li ser dengbêjiya kurdî xebatên pirr muhîm hatine kirin. Dengbêjên kurdên êzidî yên Rewanê, di pêşengiya kompozîtorên rusî û ermenî da enstrumentên modern di kilama kurdî da bikaranîne û kilama kurdî ji nû va bi ruh û can xistine. Dengbêjên mîna Şeroyê Bro, Sosika Simo, Aslîka Qadir, Hemîdê Mecîd, Efoyê Esed, Egîdê Têcir û Zadîna Şekir û gelekên din, bi stranên xwe va ji gelê kurd ra xizmetên giranbiha kirine.

Di dengbêjiya Serhedê da Evdalê Zeynikê fenomeneke pirr muhîm e. Ew di dengbêjiya kurdî da tradisyoneke nû derxistiye. Hemû dengbêjên Serhedê bûne domdarê vê tradisyonê. Evdalê Zeynikê ne tenê şaîr-dengbêj bûye, ew di eynî wextê da destanbêj bûye. Ewî hem destanên kurdan ên kevin li gor qayde meqamên xwe girtine, hem jî bi xwe kilamên destankî derxistine, ew kilamên destankî me hildabûn pirtûkê (Binêre, A. ARAS, Şairê Kurda yê Efsanewî E. Zeynikê). Ji ber vê yekê gelek pispor û nivîskaran jê ra gotine “Homerosê Kurdan”. Ew bi fikr û raman bûye. Ewî bûyerên civakî li gor ramanên xwe, felsefeya xwe şîrove kirine. Ji ber wê yekê ye ku gotinên wî mînanî pirsên pêşiyan di nav gel da îro jî têne xeberdan.

Min berê jî gotibû ku lîrîzma kilama kurdî bi Evdalê Zeynikê gehiştiye dereca xwe ya herî bilind. Lîrîzm wekî “strana bi coşîn” tê tarîfkirin. Lê di lîrîzma kurdî da tiştekî din jî heye. Bi strana coşîn va hesret û kesera ruhê însanê kurd jî derdikeve holê. Ew sewta lîrîk ku ji kûrahiya dilê dengbêj derdikeve tê, ruhê kesên guhdar qepeçe dike, hildide nav xwe û her wekî dihelîne. Ez dikarim bêjim ku, tu sewtên stranbêjên gelên din bi qasî sewta dengbêjên kurd li ser ruhîyeta însan tesîreke ewqas mezin nekiriye. Lîrîzma kilama kurdî bala kurdologên Ewropayî jî kişandiye. Bi vê sedemê Bazîl Nikîtîn gotiye “Lîrîzma kurdî tesîra xwe li ser gelên cînar jî kiriye. Ermenî di hemû şahî û dîlanên xwe da kilamên kurdî dibêjin, tirk jî pirsên kilamên kurdî werdigerînin ser zimanê xwe û li ser qayde û meqamên kurdî wan kilaman bi tirkî distrên”.

Evdalê Zeynikê nûnerê hesreta dilê însanê kurd e. Ewî feqîrî, bêkesî, perîşanî û belengaziya kurdan anîye ziman. Lema di kilama xwe da gotiye:

 

Wey dinyayê, wey faniyê!

Wlle Temo lawo mirin çêtire ji feqîrîyê

Temo lawo feqîrî ne tu çek e

Xudê mile bavê te têra kiriye

Milê mêrê camêr têra neke!

Hewce nîne ku ez li ser Evdalê Zeynikê zêde bêjim, ew di pirtûkê da henin. Emê qala dengbêjên Serhedê yên din bikin. Lewra haya kesî zêde ji wan tune. Lê beriya wiya jî ez dixwazim hinek qala nebiyê Evdalê Zeynikê, Emerê Zeynikê bikim. Min Emer di sala 1966 da dît. Ew bi xwe jî dengbêj bû û bi qayde û meqamên kalikê xwe va distira. Ji du seta zêdetir min kilamên wî guhdarî kirin. Ewî kalikê xwe dîtibû û ji wî kilam guhdarî kiribûn. Li gor gotina wî hemû dengbêjên Serhedê di stîla Evdal da kilam gotine. Min jê pirsî û got “îro ji van dengbêjan, yên ku eynî mînanî kalikê te distirên kî ne?” Ewî got “Welle hemû dengbêjên me yên Serhedê pir-hindik nêzîkê wî distêrin. Lê Şeroyê Bro, ewê ku di radyoya Rewanê da distrê, ew hema hema eynî mînanê kalikê min distirê.”

Piştî Evdalê Zeynikê li Serhedê dengbêjê herî bi navûdeng Mistefayê Xellê Heyran e.  Mistefa -bi texmîn- di navbera salên 1896-1898 da li gundê Qazîcelalê hatiye dinyayê û di sere salên 1950 da jî çûye ser heqîya xwe. Qazîcelal gundekî Xaylazê ye, nêzîkê Qereyazî ye, lê li ser Xoresanê ye. Berê li ser Hesenqelê bûye, paşê ku di sala 1936 da Xoresan bûye qeza, bi Xoresanê va hatiye girêdan.

Piraniya kilamên sîyasetê wî derxistine. Kilamên ku li ser serhildana Berazan û Seyidan aniha tên gotin (neh-deh kilam in), Ew gişk yên wî ne. Serhildana Berazan û Seyidan (serhildana Elîcan û Seyidxan) di sal 1929 da dest pê kiriye, di sala 1935 da dawî lê hatiye. Lêkolîna min ya li ser vê serhildanê di zemanekî nêzîk da dê bê weşandin.

Min bi gelek kesên ku Mistefa dîtibûn, pê ra cinartî kiribûn, jê kilam guhdarî kiribûn, xebar da. Min di derheqê Mistefa da bi destanbêjê hêja Hecî Sêvdînê Remedana ra jî xeber da. Hecî Sêvdîn wexta ku 16-17 salî bûye û dest bi dengbêjiyê kiriye, çûye xwe gihandiye wî, şeş meh pê ra geryaye. Mistefa nave “Çiqil” li Hecî Sêvdîn kiriye. Yanê ew dar bûye, Hecî Sêvdîn jî çiqilê wî (şagirt) bûye.

Di zemanê Mistefayê Heyran da, li deşta Melazgirê du dengbêjên bi nav û deng hebûne: Zibêtê Qirka û “Mistefayê Çiftborî”. Dengê Mistefayê Çiftborî pir gumrah û xweş bûye ku xelkê navê “Çiftborî” lêkiriye. Meriyên ku wî guhdarî kiribûn, digotin “wexta ku distra, deng ku ji qirikê diherikî, mînanî du-sê dengên cuda dihate xwarê.”

Mistefayê Çiftborî jî li ser bûyerên siyasî kilam derxistine. Ew kilamên ku li ser serhildana “Kurê Girîdaxê”, li ser “Geliyê Zîlan” û bûyerên din yên aniha di nav gel da tên gotin, ji yalê her du Mistefayan da hatine afirandin. Lê kîjan yê Mistefayê Heyran in, kîjan yên Mistefayê Çiftborî nin, kivşe nîn in.

Mistefayê Xellê Heyran, li gor salixê salixdanan, digotin hema di rê da diçû, li der û dora xwe mêze dikir û kilam derdixist. Çawa ku dibêjin, Şêx Seîd Efendî ji dengbêjan pir hezkiriye. Digotin wexta ku wî ji dengbêjan kilam guhdarî dikir, her wekî dihate wejdê. Salekê yan jî du salan beriya serhildanê, Şêx Seîd diçe hêla Şûşanê. Wê demê Mistefayê Xellê Heyranî li wir bûye. Şêx Seîd ku dibihîze, dibê “Eman derhal gazî Mistefa bikin bila were, ji min ra bistrê.”

Diçin gazî Mistefa dikin û wî tînin. Şêx Seîd Efendî dibêje “Mistefayê min, gelek salixê te ji min ra dane, min jî meraq dikir, de hela tu bêje, em jî te guhdarî bikin.”

Mistefa dirêj dirêj ji Şêx Seîd ra distrê. Şêx Seîd jî serê xwe dike ber xwe, wî guhdarî dike. Dema ku Mistefa strana xwe xelas dike, Şêx Seîd jî mînanî çawa ku meriv ji xewnekî hişyar dibe, hema bi wî karî çavên xwe vedike. Ew kesên li dorê, hew dibînin ku hesir ji çavên Şêx Seîd Efendî rêz bûne hatine xwarê.

Sêx Seîd dibê “Haza ku tu dengbêjî, pir xweş distirêyî, Xudê emrê te dirêj bike, te ez îro çiqas bextiyar kirim lawo, Xudê jî te bextiyar bike!”

Piştî serhildana Şêx Sîd, Mistefa kilamekî li ser Şêx Seîd derdixe; kilam weha ye:

Wey Lêêê….

 

Wey lêêê… wey lê, wey lêêê…

De bira şewqa Kela Xinûsê lê nexista,

Li Bîngolê ji xwe ra çiya bi çiya loloooo…

Bira neda bimbareka Qolhêsarê,

Derê mizgefta û camîyan…

 

Bi destê bavê şêx Xiyasedîn digirtin, kelepçe dikirin,

Didane pêşiya cotê cendirmeyê singûliyan,

Berê wî dane Enqerê-Horgofê,

Nava hezar û pênsed mêrê di girtiya,

Kelaka dînê îslamê ji xwe ra welgeriya…

Xoce Elyas, xocê cumhuriyetê,

Rûniştî li kavila Enqerê, li serê van têla,

Têl li ser têla dida welatê Serhedê, li ba Şêx Elîriza,

Digo mala te xera be,

Tu yê kilîta lêxe, li devê hucra û camîya û medresa…

Tu nizanî, piştî bavê Şêx Xiyasedîn,

Qanûna me bû qanûna Nîgalo-duwalê ejnebîya…

 

Lo bira, tu gula şêxan î bira, tu piçûkê biran î bira,

Li welatê xerîbiya tu derdê pûçê bê derman î bira,

Heya dinya ava be, tu keder û mereqa me hemûyan î bira….

 

Heyla lê way lêêêê…

De bira şewqa Kela Xinûsê çiya li çiya nexîne,

Sura Enqerê tê bi gimmîn e,

Bayê Xamirpêtê xeberê tîne,

Destê kekê Şêx Xiyasedîn digirtin kelepçe dikirin,

Didane pêşiya cotê cendirmê singûlî ne,

Berê wî dane Enqerê-Horgofê,

Nava hezar û pênsed mêrê di menfî ne.

Feleka malxerab lema keleka dînê îslamê weldigerîne

Xoce Elyas, xocê cumhuriyetê, rûniştiye li Enqera rengîne

Têl li ser têlê ji şêx Elîriza ra dişîne

Dibê rabe kilîta li derê hucra û camîya û medresa bixîne,

Tu nizanî, piştî kekê Şêx Xiyasedîn,

Qanûna me bû qanûna Nigalo-dewletê ejnebî ne,

Hela rabe emê bi destê hev bigrin,

Xwe berdin nav bajarê Dîyarbekirê,

Herin ser tirba şêx Şemsedîn e,

Belkî li ba Xudê rica bike,

Efûya van menfîya derîne,

Fedîle bûka çar mehan e,

Çavê wê li rê û dirba nemîne….

 

Lo bira, tu gula şêxan î bira, ti piçûkê biran î bira,

Li welatê xerîbîyê tu derdê pûçê bê derman î bira,

Heta dinya ava be, tu keder û meraqa me hemûyan î bira…

Min li jorê qal kiribû ku ew hemû kilamên li ser serhildana Berazan û Seyidan yên Mistefayê Xellê Heyran in. Di wan kilaman da Mistefa navên malbata Elîcan bi temamî rêz dike; navê dê û bav, xuşk û jin û kur û qîzên wana dibêje, lê tenê navê Seyidxan, kurê wî û birayê wî di kilamê da derbas dike. Rojekî ku Seyidxan û Mistefa hevdu dibînin, Seyidxan bi laqirdî dibê “Lolo Misto, tu di kilaman da hemû navên Berazan rêz dikî, çima tenê navê me her sêka dibêjî?”

Mistefa bersivê dide, dibêje “Ez heyran, de Berazan cînarê me nin, helbet ez navê jin û zarokên wan gişkî dizanim ku di kilaman da rêz dikim, lê hûn ji min dûr in, ez tenê we her sêka nas dikim. De tu were navê meriyên mala xwe ji min ra bêje, soz be, ez ê navê pisîka te ya ber tendûrê jî bikim kilaman.” Seyidxan dibê, “Na, na heyran, hema tu dîsa mînanî xwe bike.”

Kilamên Mistefayê Xellê Heyran tesîreke pirr mezin li ser gel dikin wê demê. Hemû dengbêjên wê demê li Serhedê kilamên wî dibêjin. Helbet berpirsyarên dewletê jî ji wê rewşê haydar dibin û gelek aciz dibin. Walî-Paşayê Erziromê ji fermandarê Hesenqela yê eskeriyê ra xeberekî dişîne, dibêje “Me xeber hildaye ku di mintiqa te da hozanekî kurda derketiye, ew fîrar û qaçaxên ku ji dewletê ra serî hildane, li ser wan kilaman derxistine û dibêje û xelkê tehrîk dike. Derhel wî zilamî derdest bike û li çara wî mêzeke.”

Fermandarê Hesenqelê (Bînbaşî yan jî albay bûye) cendirman dişîne pey Mistefa û tîne huzûra xwe. Jê dipirse dibêje “Ma rast e, ku dibêjin tu li ser fîrar û qaçaxan, li ser xayînên dewletê kilaman derdixî û dibêjî?” Mistefa dibê “Belê rast e.” Fermandar şaş û matel dimîne û dibêje “Tu bi çi cesaretî awha xeber didî? Ma tu nizanî ku ev dewlet jî bi tiştên waha keleyê meriyan difirîne?” Mistefa bersivê dide dibê “Dewlet qet nikare tiştekî bi min bike.” Bi vê pirsa wî fermandar şok dibe, bi gef û hêrs xeberdana xwe didomîne, dibê “Lo tu kî yî, tu bi çiyê xwe guman î ku awha xeber didî?” Mistefa dibê “Ez hozan im, hozanekî mezin ê qurna bîstan im. Li der û dorê min çi bibe, çi cirya be, ez li ser her tiştî kilaman derdixim û dibêjim. Eger tu dixwazî ez aniha li vira li ser te, li ser Fewzî Çeqmaqê te û li ser Atatirk jî dikarim kilaman derxim.”

Li ser vê pirsa wî fermandar nerm dibe, dibê “Tu Fewzî Çeqmaq û Atatirk bide alîkî, hela li ser min kilamekî bêje, çika tu çawa dibêjî!” Mistefa tirkî baş zanibûye. Mistefa dest pê dike, bi tirkî ji bo fermandar distrê. Lo fermandaro tu kexşe yî, bejna te bilind e, ûnîforma çiqa xweş lê hatiye, stêrk û bişkokên te mîna zêr li ser dibiriqe… Nizanim çi û çi…

Fermandar dibê “Helal be ji te ra, te strana xwe baş cî-war kir û got, here ku tu hozan î…”

Digre kaxizekî dinivsîne, têda dibê “Ew zilamê hanê hozan e, hunermend e, tu kes têkilî wî nebe!”

Mora xwe li kaxizê dixe, îmze dike û didê. Dibê “De here, bira oxira te vekirî be, êdî kes têkilî te nabe.”

Wan kilamên Mistefayê Xellê Heyran, yên ku li ser Berazan û Seyidan gotin, em ê wana di pirtûka xwe da binirxînin. Lê mînanî kilamên din, kilamên Mistefa jî ji nivîsandinê baş nayên fehmkirin. Wexta ku merî guhdarî dike baştir deqefilîne û diecibîne. Ji ber vê yekê, dixwazim ku wan kilaman bikim CD û bi tevî pirtûkê bi hev ra biweşînim.

Ji Mistefayê Xellê Heyran vir da, li Serhedê gelek dengbêjên baş derketine. Lê ji wana sê dengbêjên serdest henin: Ferzê, Resoyê Kopala û Şakiro. Mixabin di derheqê Ferzê da zêde tiştek di destê me da tune. Her kes dibêje ku Ferzê dengbêjekî pir baş bûye, şair bûye, dengbêjên hêla Melezgir, Bilanix û Mûşê gişka bi qayde û meqamên wî va kilaman gitine. Lê kes zêde nizane ku ewî çawa dest bi dengbêjîyê kirîye, li cem kîjan dengbêjî perwerde bûye, kilamên ku wî derxistine kîjan in.

Min bi Şakiro re du-sê sal berîya mirina wî hevpeyvînek kiribû. Li gor salixê salixdanan Şakiro şagirtê wî bûye. Min ji Şakiro pirsîbû, ev rast e yan na. Bersiva wî ji min ra tu qenaetekê hasil nekir. Şakiro digot, “Meqamên Ferzê pirr li min xweş dihatin, min jê îstîfade kir lê paşê min ev terzê xwe bi xwe afirand.”

Li gor salixan terzê Ferzê û Reso pirr nêzîkî hev bûne, lê ew ne şagirt û hostayên hev bûne, hemsal û hevalên hev bûne. Lê gelo Ferzê wî terzê xwe ji kê hildaye? Dîsa di wê hevpeyvînê de Şakiro gotibû ku Ferzê ji stîla Evdilkerîmê Kuştîya îstîfade kirîye lê ewî li gorî xwe terzê xwe afirandîye.

Wexta ku Ferzê di dawetan gundê Kevir da hatîye kuştin salên wî li dora pêncîyî bûne. Di sala 1952 da çûye ber rehmetê. Şakiro digot, “Ferzê ji min pirr hez dikir. Çend meha carê ez neçûma, min ew nedîta li min hêrs diket. Ji min ra xeber dişand ji bona ku ez herim cem. Dawîya havînê bû, wî dîsa xeber şandibû. Ez li hespê xwe siyar bûm û çûm. Ew li daweta gundê Kevir bû. Min rê qedand, wexta ku ez bi pêşya gund ketim, min nihêrî sîyar in, şênî ye, qerebalix e, bûkê sîyar dikirin. Demekê şûnda min dengê teqîna gullekî bihîst. Wê demê min xof kir, hîseke usa xirab niqutî dilê min, di dilê xwe da min go yeqîn ne bixêr e. Li ser wê min hesp ajot û xwe gihand nava gund. Min hew dît ku jin bi hawar digrîn. Min go “Çi ye, çi bû?” Wana go, “Lê Ferzê hatîye kuştin!” Ez çûm ku ji derî da ketim hundir, min dît Ferzê li ser doşekê dirêj kirine, hema usa ji xwe ra dilubîne. Wexta ku çav bi min ket, go “Heyla mala te xera bûyo, tu li ku mayî?… Te dît kurê qehpikê gulle berî min da!” Milet li dorê kom bibû û birîna wî xedar bû. Êdî dizanî ku wê bimre. Wesyetê xwe kir, go “Li Zekîyê Mêralî nebin şîkayetçî, eger ewî bi qest berî min daye, ez yeqîn bawer im ku Xudê yê heyfa min fitîl-fitîl di pozê wî ra bîne. Eger bê hemdê wî sîlah di desta herikîye, ez çi bêjim dême ew jî qedera min e.”

Ya rastî gule ji sîlaha Zekîyê Mêralî da herikîbû û li Ferzê ketibû. Paşê li cem dengbêj Şakiroyê Piçûk (Şakiroyê Şêwranşêxê) ez rastî kurê Zekîyê Mêralî hatim. Min jê pirsî. Ewî got “Heyran, hinek dibêjin ku bavê min bi qestî gulle berî Ferzê daye. Wellahî ne rast e. Tebanca wî sîlaheke teqeze bûye û gulle jê herikîye. Heta roja mirinê bavê min bi axîn û ofîna Ferzê bû, pirr ber diket.”

Ferzê û Reso bi hev re wekî bira bûne. Min bi kurê Reso Sadiq re hevpeyvînek kiribû. Sadiq ji min re qal kir, got “Bavê min pirr ber Ferzê diket, qet ji bîr nedikir. Hinê caran bi şev ji nav nivînan radibû xew nedikir. Şevekê Ferzê tê xewna wî, dibê lo Reso mişk û maran pozê min xwarin, rabe pozê min çêke.” Bavê min gelek fikirî, dawîyê da hate ser. Got, welle ewî xastîye ku ez kilamekê li ser derxim. Ew kilama ku niha li ser Ferzê tê gotin, ew ya bavê min e.”

Kilam hinekî dirêj e, destpêka wê wiha ye:

De Gulnazê digo hê hê hê, digo lê lê Beyazê rebenê

Payîz e, bavê Mihemesalih, şahê dengbêja

Hêsîr im dayê, karê xwe xilas kir…

Xudê reş bigerîne dawetek di gundê Kevir da çêbû

Şandin dû bavê Mihemesalih, şahê dengbêja

Digotin, “Rabe wexta me dereng e.”

Gava ku bavê Mihemesalih li gundê Xellê sîyar bû

Mihemedê Elikê û Silhedînê bira bi xwe re sîyar kir…

Digo, “Lo lo Silhedîn lawo, fayda min ji te ra tune.

Mala te mîrat bûyo, Zekîyê Mêralî derbek li min daye,

Mîratê gullê çar tilîkê ji cîgera min derbas kir!…”

Ez ê niha li ser Şakiro çend tişta bêjim, pey ra qala Reso bikim. Şakiro jî mînanî Reso hemwelatîyê min e. Cara ewilîn min di zivistana 1953 da ew guhdarî kir. Min li gundê Hesenavayê di sinifa sisêyan da dixwend. Berêvarekî ew û bavê xwe hatin li wir bûn mêvan. Êvarê gundî hatin li oda pêştahatîyên gund li hev civîyan. Ode tijî bû, merya nikarîbû lingê xwe bavêta. Şakiro jî wê demê 17-18 salî bû. Kivşe bû ku wî teze dest bi dengbêjîyê kirîbû û di demeke kurt da navê wî belav bibû. Wexta belavbûnê, gundîyan bi hev ra xeber dida. Pirsê wan hê bîra min da ne. Yekî digot, “Peh, heyran teres çawa distrê!… Welle min di heyata xwe da sewteke waha guhdarî nekirîye.” Yekî din lê vedigerand, digot “Welle camêr xweş distrê, meriv dibê qey ew ne dengê însan e, dengê qulingê biharê ye.”

Çend roj pey ra min dît ku du xort derketine ser loda gihê, bi hev ra guft û go dikin. Di destê yekî (Emerê Ehmed) da bilûr hebû. Ez hilkişîyam ser lodê. Wana çend kilamên Şakir jiber kiribûn. Alîkî da kilaman digotin, alîkî da jî lê dixebitîn ku bi bilûrê meqamên wan kilaman lêxin.

Pişt re min gelek caran li wî guhdarî kir. dawîyê da hatibû li Îzmîrê bi cih bibû. Di sala 1987 da em rastî hev hatin. Çend caran tevî hinek hevalan ewî ji me ra sitra. Nexweş bû, dengê wî jî êdî mîna berê nebû. Me qerar dabû ku em hevpeyvînekê bikin. Kîngê kum in daw lê dikir, digo “Niha na, ji ber nexweşîyê dengê min baş dernayê, sebir ke, ez ku sialmet bûm, ez ê j ite rab i dilê te bêjim. Ha îro, ha sibê, sê-çar sal usa derbas bûn. Rojekê dûsa ku em rastî hev hatin, min got “Şakir bira, meriv nizane sibê halê dinyayê wê çawa be. Mirin li pêşîya me hemûyan e. tu hebûna vî gelî yî, milet j ite pirr hez dike. Tu ku mirî çûyî ser heqîya xwe, însanê kurd wê meraq bike. Wê nebêje gelo jîyana Şakiro bi çi şiklî bûye, ça derbas bûye?…” Got “De baş e, em xeber din.”

Em rûniştin, min pirsî û wî got. Xeberdana me band û nîvekê girt.

Piştî mirina wî, ji ber wan bandan min nivîsek hazir kir. ew nivîs di kovarekê de hat weşandin. Piştî wexta ku mecal bibînim, ez ê li ser dengbêjîya wî gotarekê hazir kim.

Bi kurtî ez ê niha çend riştan bêjim. Şakir li Elajgirê hatîye dinyayê, paşê çûne Cemalvêrdîya Intabê (Dutax) da bicih bûne. Hetanî panzdesalîya xwe li wir maye û li wir dest bi dengbêjîyê kirîye. Cemalvêrdî, gundê ku Evdalê Zeynikê lê hatîye dinyayê, ew gund e. paşê hatîye li gundên Qereyazîyê û Xinûsê bicih bûne û gelek cih guherîne.

Şakir şaîr-dengbêj bû. Li gor gotîna wî, ewî gelek kilam afirandine. Ji bo mînak, wê çaxê ewî kilama “Ha wer esmer, ha wer esmerê” ji min re got.

Piştî wê hevpeyvînê tiştekî bala min kişand. Ewî çend kilam bi xwe derxistine lê pirranîya kilamên ku ew dibêje, ewî ji yalê xwe da hinek gotin li wan kilaman zêde kirîye, beşek jî li gor xwe guharandîye. Lema hinek kes wana wekî kilamên Şakiro dipejirînin.

Dawîyê da ez dixwazim du anekdotan ji Şakir neql bikim. Kenan Evren di sala 1981 da diçe Qereyazîyê. Şênî diçe pêşwazîyê. Şakir jî di nav şênî da bûye. Herhal di derheqê Şakir da, berya hatinê, berpirsîyarên dewletê jê ra hinek tişt gotine. Yanî “Hunermendekî kurdan yê waha heye, bi kurdî kilaman dibêje, mêla gel jî pirr li ser e û filan…”

Şakir got “Şênî li dora wî civîya lê ez dûr sekinîm. Kenan Evren ji wan kesên cem xwe pirsî, ka dibêjin hozanek we heye?” Ewên li cem ku ez destnîşan kirim, ewî gazî min kir, ez jî çûm cem. Got “Ew hozanê ku kilaman dibêje, tu yî?” Min go “Belê, ez im, ez benî”. Kenan Evren got “Baş e, baş e. Tu kilamên xwe dîsa bêje lê wan stranên nelirê nebêje! Temam! Haydî bakalım!…”

Rojekê şakir li Karşıyakayê diçe cem Cemîl Eker. Cemîl li ber nexweşxana Karşıyakayê bufe dixebitand. Wê demê doktorekî dostê Cemîl jî tê wir. Cemîl Şakir bi doktor dinasîne, dibê “Eva hozanê kurdan ê herî bi nav û deng e.” Doktor tiştekî ji pirsa Cemîl dernaxe, dibê “Çawa?…Hozanê bi çi karî ye?” Cemîl dibê “Yanî ev jî Zeki Mürenê kurda ye ha…” Şakir bi tiqetiq dikene, dibê “Hey mala te bişewite. Wula te kesekî din li dinyayê nedît, te ez kirim hevalê wî q..deyî!”

Resoyê Kopala

Reso di sala 1906 da li Îdirê hatîye dinyayê. Bavê wî Welo ji Rewanê hatîye Îdirê. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem Reşo tevî êla xwe bar kirîye û hatîye li gundê Qereyazîyê Kopala da bicih bûye. Kurê wî Sadiq ji min ra qal kir, got “Bavê min pirr bi hewes bûye, hê şeş-heft salî bûye dest b stirînê kirîye. Wê demê diçe nav civatan, dengbêjan guhdarî dike. Bi texmîn 8-9 salî bûye, kirasekî dirêj lê bûye, diçe nav cemata Gula Fille. Ew Gula ku bi Evdalê Zeynikê ra ketîye lecê. Gulê êdî pîr bûye, salên wê li ser heştêyî bûne lê stirîna wê hê baş bûye. Giregirên Îdirê li dorê kom bûne, ewê jî kilam gotine. Bavê min diçe li bilinga dîwanê rûdine, ji xwe re guhdarî dike. Demekî şûnda yek bavê min destnîşan dike û dibê, “Ev kurikê hanê jî kilaman dibêje.” Gulê gazî bavê min dike, dibe kêleka xwe. Dibê “Hela bistrê, çika tu çawa dibêjî?” Bavê min jî dest diavêje pelinga guhê xwe û dstrê. Du-sê kilaman dibêje. Gulê dibê “Bes e, bes e. Te perda guhê mi qetand lawo!… Eferim ji te ra, welle tu xweş dibêjî, di pêşerojê da tu yê bibî dengbêjekî yekta.”

Reso di piçûktîyê de dest bi stirînê dike, lê navê wî piştî eskerîyê di nava gel da belav dibe. Di hevpeyvînekê da Munîr Binici ji mi ra qal kiribû. Unîr Begê digot, “Di serê salên 1940îyan de bû. Kurapê min Xeyredîn li Edîrneyê ekserî dikir. Reso jî li cem wî esker bûye. Ew û Reso eskerîya xwe xilas kiribûn, bi hev ra hatibûn. Xeyredîn ji bav êmin ra qala dengbêjîya Reso kir, pensê wî da. Heyredîn digo “Wexta ku Reso diçû nobeta şevê, hema usa ji serî da distra hetanî dawîyê. Dengê wî ewqas xweş û gunrah bû, hetanî kîlometrekê dihate bihîstin. Wan xortên kurdan ên k udu saetên wî da qerewîl bûn, ji xwe ra kêf dikirin.” Wê çaxê jî daweta pismamekî me hebû. Bav êmin êdî îzna Reso neda, me ew hilda û bire dawetê. Çar-pênc rojan li cem me ma. Yanî li Soylemeza Jorin. Wê demê nav û dengê wî belav bû û hate naskirin.”

Piştî xeberdana min û Munîr Binici, di hevpeyvînê da min ji Sadiq pirsî, min got “Sadiqê bira, Munîr Begê ji min ra waha gotibû, tu çi dibêjî?” Sadiq got, “Belê, rast e. Piştî ekserîyê bavê min deng da.”

Sadiq li ser eskerîya bavê xwe qala tiştên din jî kir, got “Bavê min û hevalekî wî, rojekê ku derdikevin îzna hefteyê (îzna bazarê), diçin nav bajêr (Edîrne). Ji xwe re digerin. Di kuçeyekê de rastî kanîyekî tên. Ji kanîyê av vedixwin, av êli ser û çavê xwe dikin û rûdinin, ji xwe re xeber didin. Li ber xanîyekî nêzîkî wan camêrek runiştî bûye. Mêrik ku dibîne ew kurmancî xeber didin, deng li wana dike, dibê “Lo lo xortno, hera werin vira!” Diçin hevnas dibin. Camêr hetanî êvarê îzna wan nade. Rûdinên, xurek dixwin, hetanî êvarê xeber didin. Ew camêr li wir surgûn bûye. Dibê, “Xortno, ev zemenakeî dirêj e kum in kurmancî xeber nedaye, ez fetisîm. Bi we bêhna min derket, Xudê emrê we dirêj ke.” Bavê min go, “Li ser daxwza wî, her hefte, roja îznê em diçûne cem. Wexta ku em diçûn, me dinihêrî wa ye, xurek hazir kirîye, li hêvîya me ye.” Bavê min ji ra distrê jî. Bavê min go, “Wexta kum in kilam digotin, ji çavên wî hesr dihatin xwarê.”

Navê wî Îbramê Beyro bûye. Xelkê Bilanixê bûye, lê mala wî li Tetwanê bûye. Ji Tetwanê wî surgûnê Edîrneyê kirine.

Bavê min qala bûyereke din jî dikir. Go, “Alaya me rakirin, em çûn tetbîqatê. Berêvarekê emrê îstîrehetê dan, gotin “Stran, henek, leyîstik, kî çi dike bila ji xwe re bike. Serbest e.” Dest pê kirin, her kesî li gor dil xwestina xwe tiştekî dikir. Her çîyê distran, her çîyên direqisîn, her çîyên ku ji xwe re oyun çêdikirin… Xortên kurdan jî li dora min kom bibûn ku ez ji wan ra bistrêm. Min hinekî xwe girt. Wexta kum in denêg xwe hilda û dest bi strînê kir, hemû eskerên alayîyê dev ji karê xwe berdan. Wana ez guhdarî kirim. Min kilama “Mala Paşê (Kor Huseyn Paşa)” got. Dema ku min kilam xilas kir, esker di nav xwe de dest bi xeberdanê kir. Hinekan jî ez pîroz dikirim. Digotin, “Welle heyran em ji ziman fehm nakin, lê strana te tesîreke ecêb li ser me kir.” Roja pey ra yuzbaşî gazî min kir. Go “Tu ji kî derê yî? Tu pirr xweş dibêjî. Hela rûne wê kilamê ji min re bibêje.” Di oda wî de tenê ez û ew bûn. Min dest pê kir strîyam. Wexta kum in kilam xilas kir, min bala xwe daye, wa ye hesr ji çavên wî hatine. Camêr kurd bû, pey re her tim gazî min dikir, di oda wî da min jê ra distra.”

Herhal bala xwendevanan kişandîye, min sê guhdar destnîşan kirin wexta ku wana dengbêj guhdarî kirine hesr ji öavên wan hatine. Gelo çima?… Realîteya însanê kurd usa ye lema. Di jîyana însanê kurd da her daîm feqîrî, belengazî, bêçaretî û xerîbî hebûye. Ha Şêx Seîd efendî be, ha Sebrîyê Beyro be, ha jî yuzbaşîyê dewletê be, ferq nake. Li ser rewşa wê jîyanê, wexta ku ji yalê dengbêjên mînanî Mistefayê Xellê Heyran û Resoyê Kopalan da, bi wê lîrîzma kurdî ya bi şewat, kilam bêne gotin; ew, hesran jî ji çavên merîyan dibarîne, dil-cîgerên merîyan jî diperitîne.

Reso û Mistefayê Xellê Heyran hevdu dîtine. Sadiq got “Bavê min kilamên Mistefayê Heyran jî digotin. Bavê min meraq dike, diçe Xeylazê, Mistefa dibîne, dixwaze ku şexsen wî nas bike. Ewî jî navê bavê min bihîstîye. Wexta ku tên cem hev, bavê dibê, “Ez hatime kut e guhdarî bikim.” Mistefa dibê “Na, berê ez ê te guhdarî bikim.” Bavê min jî distrê. Mistefa radibe diçe çavên wî, dibê “Welle min salixên te hildabûn lê ewqas min texmîn nedikir. Tu pir xweş distrê. Pêşîya te vekirî ye. Xudê oxira te lê bîne.” Paşê ew jî ji bavê min re distrê.

“Bavê min kilamên Evdalê Zeynikê jî digotin. Ewî hem Gula Fille guhdarî kiribû, hem jî şagirtên Evdêl yên din. Mala kurê Evdalê Zeynikê yê piçûk Mihê li gundekî Milazgirê bûye. Rojekê ew û bavê min rastê hevdu tên, Mihê bi bavê min kilaman dide gotin. Pey re dibê, “Bawer bike tu jî bi qasî bêvê min xweş dibêjî. Hela be j ite re, dengî te jî tesîrekî mezin li merîyan dike.”

Min di havîna 1966 da, li Qereyazîyê Reso guhdarî kir. Ewî ji me ra sê saetan strîya. Min suwala Evdêlê Zeynikê jê kir. Min jê pirsî, min got “Bi qenaeta te Evdalê Zeynikê dengbêjekî çawa bûye?” Reso got, “Evdalê Zeynikê dengbêjekî pirr baş bûye, lê ew tiştên ku hatine serê wî, nehatine serê tu kesî. Lê ew dayîna ku Xudê daye wî jî, nedaye tu kesî.”

Reso şaîr-dengbêj bû. Ewî gelek kilam efirandine. Ji wan kilamên wî gelek niha di nava gek da tên gotin.

Şakiroyê Piçûk (Şakiroyê Şêwranşêxê) ji min ra qal kir, got “Hinek dengbêjan kilamên Reso dibirin, diguherandin, dikirin malê xwe. Yanî me ev kilaman derxistine, Reso ji vana pirr aciz dibû. Yek ji wan jî Huseyno bû. Ewî gelek kilamên Reso guherandibûn. Dinya alemê dizanîbû ku ew kilamên Reso ne, ewî digo “Na! Min derxistine.”

Şakiroyê Piçûk him dostê Reso û Şakiro bûye, him jî şagirtê wana bûye. Ez bawer dikim tu kesî kilamên wana mînanî Şakiroyê Piçîk xweş nabêje. Reso di eynî wextê de destanbêj bû. Destana Memê Alan (ya gelêrî) û ya Filîtê Quto, yên ku wî gotine, ew di arşîva min da ne. Min ji gelek dengbêj û destanbêjan van destanan guhdarî kiribûn, çend varyantên yên din jî di arşîva min da hene. Lê tu kes bi qasî Reso van destanan ewqas baş, ewqas xweş nabêje.

Reso, dema ku destana Filîtê Quto bistrê, ji cematê dora xwe re waha dibêje, “Gelî cematê, hûn gişk dest bidin ser wijdana xwe, eger kesekî din vê kilama ji min xweştir bistrê, ji min ra bêjin, ez ê dengbêjîyê biterikînim.”

Li gor gotina kurê wî Sadiq, Reso şeş-heft helbestên Cîgerxwîn jî kirine kilam. Lê mixabin nedihatin bîra wî ku ew helbest kîjan in.

Sadiq qala bûyerek din kir, got “Sala 1968, yan jî 69 bû. Mala Bişarê Çeto li Qamişlokê ji malbateke kurd qîz xwestibûn. Baş nayê bîra min. Ez dibêm qey Mala Haco ye. Berîya wexta jî, ji hev mêr kujtine, îja ji bo ara xwe xweş bikin xinamîtî danîne. Ewê Qamişlokê xeberê dişîne dibê “Îlla hûnê Reso bînin. Reso ku neyê, dawet nabe!” şandin pey bavê min, bavê min qebul nekir. Îja merivên bixatir kirin ortê, bavê min dîsa qebul nekir, go “Heyran wana berîya wexta ji hev mêr kuştine, ez ku herim niha wana jî dengbêjên xwe hazir kirine, em bavêjin ber hev, dengbêjên wana serdest dibin, ez serdest dibim, ew muhîm nîne. Lê eê bi miletê me dizanim, dawîyê da ji rûyê min da dê seqetîyê derxin. Ji bo vê yekê ez naxwazim herim.”

“Dawîyê da dostê bavê min î herî pêş Hecî Sebrîyê Çuxurî kirin, anîn. Hecî Sebrî li cem bavê min pirr bi xatir bû. Êdî bavê min mecbu ma û çû. Wanên Sûrîyê di dewletê da neh-deh dengbêjan tînin berî pêsîra bavê min didin. Du-sê rojan ew bi hev ra dstrên. Dawîyê da ew dengbêjên wana gişk dest li ber bavê min datînin, yanî bavê min berî wan dide. Sibetirê jî bavê min ra qehwe tînin, qehweya tal, navê wê “mira” ye çi ye. Bavê min li qehwê dikeve şikê. Çimkî berîya wê di nav wanên Sûrîyê de pistepist çêdibe, bavê min jî dibîne. Bavê min di dilê xwe da dibê “Heyran, eê ku vê qehwa we nexwin dê xelet şirove kin, paşê dê li ser xeberdan çêbe; de welle ew zehîr be jî ez ê vexwim.” Go “ Dema ku min qehwe vexwar, min usa hîs kir her wekî jehra marê kor bû, di qirika min da çû xwarê.” Li ser wê qehwê êdî dengê bavê min tê birîn. Wexta ku ji dawetê hat, nikarîbû xeber de jî. Deng bi temamî çûbû. Dema ku nan-av dixwest bi îşaretan ji me r atarîf dikir. Bêdengîya wî zemanekî dirêj dewam kir. Paşê çû doktor, derman-merman, dengê wî hêdî bi hêdî vebû lê êdî mînanî berê nebû.”

Piştî Kopala, Reso pênc-şeş cara barkirîye. Di gundên Bilanixê û deşta Mûşê da maye. Gundê Koxaga, Pîyongê, Xoşgeldî û Qereaxil. Dawîyê da ji Qereaxilê bar kirîye hatîye li Golmara ya Manîsayê da bicih bûye. Sê-çar sal şûnda jî li gundê Pagê erazî kirîye, çûye wir.

Di sala 1983 da di nexweşxaneyeke Anqerê da wefat dike. Sêx Xiyasedîn (Giyasettin Emre, parlamentenê Mûşê yê zemanê Demokrat Partîyê) cenazeyê wî dibe welat, li Pagê defin dike.

Reso û Şêx Xiyasedîn dostê hev bûne. Wexat ku Reso wefat dike, ew li cem bûye.

Di hevpeyvînê da min jê pirsî, apê Şêx Xiyasedîn got “Ez û Reso ji mêj va dost bûn. Min pir jê hes dikir. Kîngê ku pirsgirêkên wî çêdibûn, bi qasî ku ji destê min bihata, min alîkarîya wî dikir. Nexweş ketibû, min ew bir Anqerê li nexweşxaneyekê bicih kir. Doktor nas bûn, axirê qedrê min digirtin; min ew temî kirin ku baş li Reso binihêrin. Ez her roj diçûme nexweşxanê, min bi doktoran ra xeber dida, Reso didît ku ez dihatim. Nexweşîya wî xedar bû. Ez diçîm cem, ferah dibû. Carekê ez li ber serê wî rûniştî bûm. Got “Destê min bigre!” Min destê wî hilda nav destên xwe û miz da. Demekê usa bi melulî li çavên min mêze kir, paşê serê xwe vegerand. Li ser wê dilê min xira bû. Hesr bi çavên min ketin. Wê demê doktor ku kete hundir, wî halê min dît û vegerîya. Paşê ez ku ji cem Reso derketim, rastî doktpr hatim. Doktor go, “Ezbenî, ewê gundî kî ye ku usa jê rab i rêz û hurmet î, û ewqas ber dikevî?” Min go “Doktor, ez nizanim ku j ite ra çawa îzeh bikim!” Doktor go “Çawa yanî?” Min go “Doktor, ew hebûna me ye, ew xezîneya gelê me ye, ew ruhê gelê me ye…”

Min neh-deh kilamên Reso tesbît kirin. Pêşerojê da, kîngê mecal bibînim ez ê wana biweşînim.

Kilam du cure ne: kilamên govendê û kilamên edetî. Kilamên govendê bi wezn û kafîye ne, kilamên edetî serbest in. Kilamên govendê li gor leyîstika sivik û leyîstika giran hindik-kîte û pirr-kîte ne. Mijara wan tenê eşq û evîn e. Mijara kilamên edetî eşq û evîn e, mêrxasî ye, tebîet û her tişt e.

Serbestîya kilamên edetî îmkaneke pirr mezin dide dengbêjan. Ji ber vê yekê, dengbêj mînanî romannivîsekî dikare bûyerê bi dilê xwe bihone û her tiştî bîne ziman. Lema pirranîya kilêmn kurdî wekî destanan in.

Enstrumentên musîqîya kurdî berê def û zurne, bilûr û meşk bûne. Ji salên 1950yî û virda di musîqîya kurdî da ew enstrumentên din yên wekî mey, klarnet, akordîyon, pîyano û tembûr û hwd. hatine bikaranîn. Pêşengîya vî karî jî kurdên êzdî yên Rewanê kirine.

Dengbêjên Serhedê ne li sazê xistine ne jî saz nas kirine. Wana navê tembûrê jî nebihîstîye. Kurdên Serhedê, di sala 1960 da bi wasitaya Radyoya Erîwanê ji tembûra Mihemed Arifê Cizrawî hayedar bûne. Belê kurdên Rewanê enstrumentên modern di kilamên kurdî de bikar anîne. Lêbelê wana wî karî bi zanistî kirîye.