Pirtûka (Rovîyê Xasûk) nivîskar Îskan Tolun, ya ku ji bo zaroka nivîsîye û li benda çapkirinê ye. Wê di demeke nêzîk de li siteyê înternetê û hemî pirtukxaneya de cîyê xwe bigre. Gelî zarokê delal, li bendê bin!…

Pêşgotin

Gelî zarokên hêja, delal û pak. Ez dixwazim çend peyva ji we re bibêjim û dawî jî çend çîroka binivisînim; yên ku hûn karîbin bi kêf  bixwînin. Lê di pêşî de ez dixwazim bibêjim:

Gereke mebesteke (hedefeke) meriv hebe û meriv hertim ji xwe re bibêje:

“Ezê bivim Textor, Muhendîs, Ebûqat, Dozger, Hakim û wekî din û wekî dinê û pêre jî gereke, armanca meriv her tim serketin be. Ku meriv bi xwe bawer be û bi hewl, bi taybet jî, bi bawerîyeke hezkirinê linig bawêje, (Belkî hinek astengî derên, lê qet xem nake) wê meriv di demeke kin de  serkeftinê bidest bixe. Gereke ev yek qet neyê jibîrkirin!…

Belê, peyvên min wê bi taybet li ser hezkirinê bin. Ji xwe jîyan bê hezkirin nabe. Pêwîste ku meriv ji hev û din hez bike. Belê, meriv bi piranî ji çi û kî hez dike? Ez bawerim ku niha di serê we de wek:

“Xwarin-vexwarin, gera li bajêr; dibistan, mamoste, dê û bav, xweşk û bira, dost û heval,” derbas dibin. Evê ku di rêzê de hatin bibîranîn, gelek hêjayî hezkirinê ne. Lê belê ev tenê ne bes in. Hezkirina cî û war, welat, mirovatîyê, xwezayê, tabîetê, dar û beran, heywanan jî pir pêwîste. Evên dawî jî gereke qet neyên ji bir kirin.

Ji ber ku jiyana Însanan, dar û beran û heywanan, bi kurtasî xwezayê, tabîetê tev bi hev ve girêdaye. Lê belê, pêwîste ku meriv xwe ji hinek  heywanên bi talûke dûr bike. (Li xwarê, di çîroka de hunê hinek heywanên bi talûke jî nas bikin.) Ji xwe hûn hêdî hêdî di dibistanê de hînê xwezayê, tabîetê, fêrî pêwîstîya dar û beran, heywanan û gelek tiştên din  jî dibin. Serkeftin ji we re!…

Wek tê zanîn, nêzî pênc salîya xwe meriv hêdî hêdî hînê jîyanê dibe: Hezkirin şa dike, nehezkirin xemgîn dike, serma dicemîdîne, agir dişewitîne, bê xwarin-vexwarin jîyan nabe. Du re jî meriv derdorê xwe, hestê xwe û obje, yanî tişta nas dike. Her tişt ji meriv re mezin xwîyanî dikin û meriv bala xwe dide ser leyîstikan. Ji xwe di vir de, hûn jî zanin ku dibistan dest pêdike. Dibê ku qet neyê jibirkirin, li her derî, li her warî gereke meriv bi hevalên xwe re demên  baş derbas bike. Ev yek ne pir zor e. Mînak, meriv ji hev re bi kêf be, bi xebera xweş biaxive û bi comerdî parve bike.  Parvekirin, qedandin e, merdîtî ye, însanetî ye, comerdî ye. Tê gotin ku:

Dilşadî, berxtewarî, edalet, azadî, hiquq, însanetî û hezkirin her çiqas parve bive, hewqasî zêde dibe…

(Gelaleya pişt qab)

ROVÎYÊ XASûK

(Peyvên Feylezofî û Çîrok)

Gelî zarokên hêja, delal û pak. Tê goten ku:

Nermbûn ji hişkbûnê, av ji kevir, hezkirin ji zorê zeximtire, çêtir e… Ji xwe jîyan bê hezkirin nabe.

Gereke meriv ji xebera dê û bavê xwe dernekeve. Dê û bav, her tim dixwazin zarokên wan bi çîk bin, serkeftî bin. Lê gereke mebesteke (Hedef) meriv jî hebe, wek: Textorî, Muhendisî, Parêzerî, Dozgerî û wekî dinê…

Ku her tim di deste we de pênus, pirtuk, an jî kovar hebe, jiyana we jî, wê gelek baş, pir xweş be. Hunê nêzî mebesta xwe bin û  serkeftînê bi dest bixin. Bixwînin û binifsînin; xwandin pewîste. Meriv bi xwandinê zane dibe; ev dinya bi we zana wê gelek xweş be!

Ez hêvîdarim ku her insan, her milet bi bawerî û rengên xwe azad, wek hev bijî li ser ruyê vê erdê!…

….