Serokê Herêma Federe Ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di 4ê îlona 2020an de seredaniya Dewleta Tirk kir. Diyar bû ku ew seredaniya dihat plân kirin. Lê mimkun e ku piştî ku Macron hat Iraqê bi serok wezîr û serokkomarê Iraqê û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re li Baxdatê danûstandin kir, ev seredaniya bi leztir bû.

Seredaniya Serokê Herêma Federa ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Di nav Dewleta Tirk de, di nav rojnamevan û siyasetvanên Tirk de, di nav kurdan de bi awayekî girîng û di sewiyeke bilind de hat nirxandin. Qiymeteke mezin li seredaniya Neçîrvan Barzanî û Dewleta Tirk hat barkirin.

Diyar bû ku ji vê seredaniyê Fransa gelek kêfxweş nebû. An jî piştî Neçirvan Barzanî bi Macron re danûstandin kir, peyamên Dewleta Federal ya Iraqê û Fransayê jî anîbe pêşkêşî dewleta Tirk kiribe.

Di nav kurdan de yên li dijî vê seredaniyê derketin û dijiyatî xûrt kirin hebûn. Lê bi tevayî kurdan piştgiriya Neçîrvan Barzanî û seredaniya wî kirin.

DINYA JI NÛVE AVA DIBE Û JINÛVE XIRAB DIBE: DÎPLOMASÎ PÊŞ DIKEVE…

Mirov heger bi giştî li dinyayê binêre û şirove bike, gelek aşkere derdikeve holê ku dinya, dinyaya berê nîne. Li dinyayê dewletên mezin û super/emperyal hene, lê ew dewletan bi serê xwe nikarine li dinyayê bandor çê bikin. Dinyayeke wisa ye ku bizmara wê derketiye. Hêzekî biçûk û dewleteke biçûk dikare hesabên dewletên mezin serûbinî bike û dikarin bibin avakarê lîstikan û an jî xirabkirina hesabê dewletên mezin.

Bi kurtî li dinyayê nîzam û pergeleke nû ava dibe. Lê ew nîzama dê li ku bisekine, kes û tu hêz jî vê yekê nizane.

Gorî baweriya min di vê sedsalê û qonaxê de nîzama ji nûve ava dibe, BÊNÎZAMÎ ye. Ew bênîzamî û bêpergelî û bêsîstemî dê dom jî bike. Loma jî li dinyayê her demê, her saetekê heta û her deqîqeyekê her tiştek dikare çê bibe.

Ew  rewşa ji bona Rojhilata Navîn jî derbas dibe. Li Rojhilata Navîn jî bizmar ji ciyê xwe lêhîstiye. Her roj tiştekî nû tê rojevê û tiştekî nû diqewime. Hesabê dewletan, rêxistinan û kesan serîbinî dike. Li Rojhilata Navîn jî her çiqas hat gotin ku nîzam û pergeleke nû ava dibe, lê li Rojhilata Navîn jî nîzam têkçû. Her roj jî li Rojhelata Navîn qewimandinên stratejîk pêk tên.

Dema em li Rastiya Rojhelata Navîn mezê bikin, Dewleta Sûriyeyê têk çû. Avabûna wê gelek zehmet xûya dike. Diyar e ku dewletên mezin û heta rejîm bi xwe jî naxwaze ku li Suriyeyê bênîzamî û bêpergelî hebe. Lewra dema ku pergelek û nîzameke nû ava bibe, rejîma Baasê qewet û hêz û desthilatdariya xwe wenda dike. Neteweyên li Sûriyeyê û bi taybetî jî neteweya kurd dê otonom û xweser bibin û desthilatdar bibin. Li Rojhelata Navîn beriya 17 salan Dewleteke xûrt ya Iraqê hebû. Di dewleta Iraqê ji wê rojê heta îro gelek guhertin çêbûn. Iraq her çiqas bû dewleteke federal jî, lê hîn nîzam û hiqûqa wê li ciyê xwe rûneniştiyê. Kurd û Kurdistanî ji rewşê ne rehet in. Kürdistaniyan beriya vê 3 salan biryara dewleta serbixwe encama referandûmeke demokratîk dan. Her çiqas encama êrişên 4  dewletên kolonyalîst dewleta serbixwe ava nebibû jî, lê Kurdistanî di dewleteke konfederal de bi îsrar in û ji bona wê roj bi roj xebata xwe xûrt dikin.

Li dinyayê dîplomasiya ku pişta xwe dide leşkeran xûrt dibe. Lewra kes jî naxwaze ku bi hev re şer bikin.

DÎPLOMASIYA KU PİŞTA XWE DIDE HÊZA PÊŞMERGEYAN RIYA RASYONAL Û LI BERJEWENDIYA KURDISTANIYAN E…

Di Rojhilata Navîn de rewşa kurdan ji hemû neteweyan cûdatir û krîtîktir û zehmetir e. Loma Kurd û Kurdistanî û bi taybetî jî Herêma Federe ya Kurdistanê, Serok, serokwezîr, hikûmet, Meclîs û hemû partiyên siyasî ji bona ku rewşa Kurdistanê biparêzin û pêş bixin, xebateke xessas didomînin. Rewşa kurdan gelek eşkere ye ku bi qebedayitî û bes bi pêşmergetî nayê meşandin. Divê rê û rêbazên siyasî yên nû û encamgirtî bi xessasî bên meşandin.

Ew riya jî riya dîplomasiyê ye. Dîplomasiya pirr aliye.  Dîplomasî jî hîç şik tune ye ku dê pişta xwe bide hêza pêşmergeyan. Lê divê Herêma Federe ya Kurdistanê hêza xwe ya leşkerî baş nas bike. Divê bizane ku hêza wê ya leşkerî hevbeş û lihevkirî nîne.

Hîç şik tune ye ku Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê di xebata dîplomatîk de gelek serkeftî ne. Bi taybetî jî piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê Kerkuk hat îşgal kirin, wê demê Neçîrvan Barzanî serokwezîr bû. Giranî da xebata dîplomatîk. Di xebata xwe ya dîplomatîk de encam jî girt. Kurdistan bi dîplomasiyê parast. Wek tê zanîn bi serokdewletan û bi serokwezîran re, bi berpirsiyarên Yekîtiya Ewrupayên re, bi hikûmetan re, taybetî bi serokdewleta Emerîka, bi berpirsiyarên Neteweyên Yekgirtî re xebata dîplomatîk ya serkeftî meşand.

Neçîrvan Barzanî pişt re jî bi serokwezîr Mesrûr Barzanî re xebata baş û serkeftî ya dîplomatîk meşandin. Hîn jî wê xebatê xwe dimeşînin.

Bi dewleta Tirk re danûstandin beşek ji wê xebata dîplomatîk e û stratejiya xwe jî gorî berjewendiya Herêma Federe ya Kurdistanê tesbît dikin û lê dizanin ku li deweltên cîran jî Kurd dijîne û hesabê wan jî dikin. Heta nûha jî ew hesabe kirine. Tu zirar nedane Kurdên bakûrê Kurdistaê. Lê gor PKKê hesabê xwe nakin û ne mecbûr in jî bikin…

Dewleta Federê ya Kurdistanê bi dewletên cîran re jî xebata dîplomatîk divê bimeşîne. Heta nûha jî bi Dewleta Tirk û Îranê re ev xebata wan, her çiqas di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de qût bibe jî, pişt re domdar bûye.

Seredanita Neçîrvan Barzanî ya dawî (4ê îlona 20290) jî beşek ji vê xebatê ye. Loma jî pêwendiyê navber du derwletan e. Tevger û pêwendiyeke gelek xwezayî ye.Li berjewendiya Herêma Federe ya Kurdistanê ye.

Herêma Federê ya Kurdistanê û serok û serok wezîr û hikûmet û hemû desthilatdar di danûstandin û dîplomasiyê de stratejiya xwe jî gorî berjewendıya herêma federe tespît dikin  Lê dema ku ew bi dewletên cîran yên kolonyalîst re danûstandin dikin, dizanın ku li wan dewletan jî kurd dijîne û hesabê wan jî dikin.

Ji dema Turgût Ozal vir ve jî ev hesaba her demê kirine. Tu wext zerar nedana Kurdên Bakurê Kurdistanê. Li ser hesabê Kurdên Bakûrê Kurdistanê jî tu wext bi Dewleta Tirk re bazarî nekirine. Berjewendiya kurdên Bakurê Kurdistanê binpê nekirine. Hîç demekê negotine ku Kurd li Tirkiyeyê xwediyê mafên neteweyî nînin. Her demê gotine ku Kurdên Bakûrê Kurdistanê xwediyê mafên neteweyî ne. Divê mafên wan bê qebul kirin.

Lê di danûstandinênû dîplomasiya xwe de gorî PKKê stratejiya xwe tespît nakin, heger bikin şaşî dikin. Lewra PKKê rêxistineke kurd nîne. Rêxistina dewletên kolonyalîst e. Di destpêkê de jî bi destê Dewleta Tirk avabû. Pişt re jî ket bin xizmeta dewletên din yên kolonyalîst. Armanca wê jî pêşî li Tevgere Neteweyî ya Kurdistanê û dewletbûna Kurdistanê girtine. Loma jî rêxistineke operasyonel e.

Di vê merheleyê de jî armanca PKKê ya diyar, rûxandina Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Loma jî tîfaqên qirêj li hemberî serok Barzanî, desthilatdarî û hikûmeta Kurdistanê ava dike. Destwerdanê dike. Loma gunda îşgal dike. Gundan dişelîne û dişewîtîne.. Şengal îşgal kiriye. Bi Haşdî Şabî re hevaltî dike. Ji bona Kerkuk bê îşgal kirin bi dewletên kolonyalîst, grûba xiyanetê ya YNKê, Haşdî Şabî re bû alîkar. Ciwan û keçên kurdan direvîne dikûje. Li ser navê dewletan tîcareta însanan û eroînê dike.

Li Başûrê Kurdistanê bûye beleke mezin. Dewleta Tirk ji bona wan diçin Kurdistanê bombaran dikin. Beşekî Kurdistanê wek herêma ewlewî îlan kirine.

Divê ku PKK wek rêxistineke, terorîst, dagirker, provakotör; dijminê rêxistin û serok û desthilatdarî û serweriya Kurdistanê ye. Loma divê ji Başûrê Kurdistanê derkeve.

Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê ji bona ku PKK li Başûrê Kurdistanê derkeve, xeteriya wê ji holê rabe, divê rê û rêbazekê bibînin.

PKK ji bona ku dijminê Herêma Federe ya Kurdistanê ye û ji bona ku dixwaze qanalên dîplomasiya Kurdistanê provoke bike, jı bona ku li hemberî Serok Barzanî û PDKê şer îlan kiriye. Li dijî seradaniya dîplomatîk ya Nêçîrvan Barzanî derdikeve. Her demê jî ev yeka kiriye. Ew ji bona stratejiya wan ya rûxandina Herêma Federe ya Kurdistanê tiştekî gelek xwezayî ye. Loma dijayatiya wan li ser seran û li ser çavan.

Lewra em baş dizanin ku PKK dê li dijî hemû hêjayî û başiyên kurdî bin.

PDKê, di derbarê vê mijarê de li hemberî nêrînên PKKê bîrûreyên xwe û rexneyên xwe gelek bi awayekî baş û rast anîn ser zimên. Ez nêrînên PDKê bi her awayî diparêzim. Loma ez naxwazim li wan nêrînan, nêrînên nû zêde bikim.

PAKê SEREDANIYA SEROKÊ HERÊMÊ KURDISTANÊ POZÎTÎF MÊZE KIR. LÊ BERPİRSEKÎ PARTIYA AZADIYA KURDISTANÊ (PAK) DIXWAZE ÇI BIKE?

Piştî seredaniya Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Giştî yê PAKê qasî ez dizanim ku di telewîzyonê de nêrînên xwe di derbarê ziyaret û seredaniya Serokê Herêmê Federe ya Kurdistanê de  pozîtîf diyar kir. Hêviyên xwe jî anîn ser zimên.

Lê endamekî Meclîsa PAKê û serokê Şaxa PAKê ya Amedê li dijî seredaniya Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî derket û Neçîrvan Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê bi giştî tewanbar kir.

Li hemberî nêrînên wî gelek kurdperweran nêrînên xwe di çarçova exlaqa siyasî da diyar kirin. Beşekî jî gelek bir ecizî zor da exlaqa siyasî ew rexne kirin.

Nêrînên min anîne ser zimên duho jî û nûha jî diyar e.

Lê min ev berpirsê PAKê hevalbendekî bi dizî yê PKKê jî bi  nav kir. Beriya demekê jî ew helwesta wî derketibû holê.

Ew di seredaniya Setokê Herêma Federe ya kurdistanê de hemû argumentên PKKê bi kar tîne. Wî gorî hesap û stratejiya PKKê serokê Herêma Federe ya Kurdistanê tewanbar dike. PKKê jî di telewîzyon û di çapemeniya xwe de heman argumentên berpirsê PAKê anîn tîne ser zimên.

Berpirsê PAKê dema bersîv da rexneyan jî, ji bona ku pêşi li fikrên kurdperweran jî bigre pêşniyareke balkêş ji HAK-PARê re kir. Ez nizanim HAK-PARê çi bersîv da. Lê ew pêşniyara bi her awayî şaş û nedemokratîk e. Diyar e ku derfeta dadgehkirina berpirsê PAKê hebe, ewê wek dozgerên Tirkan hemû kurdperweran siza bike. Lewra dewleta Tirk jî dema ku tu wan wek kolonyalîst, faşîst, nîjadperest bi nav dikî, ew vê yekê bi bêexlaqî tewanbar dikin, siza dikin.

Loma jî ez dibêjim ku berpirsê PAKê dixwaze çi bike?

Hîç şik tune ye ku di partiyekê de berpirsek û grubek însan ji siyaset û biryara fermî û organan dikare cûda bifikire. Lê helwesta berpirsê PAKê, divê ji aliyê PAKê de bê şirovekirin ku ew nêrînan di kîjan kategoriyê de ne.

Diyarbekîr, 10. 09. 2020

([email protected])