Seîd Veroj/ Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî

0
3356

Mewlanzade Rifat: Dema behsa qonaxa sereke ya rojname û rojnamegerîya Kurdan bête kirin, bêguman divê navê rojnameya Serbestî û Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameya herî temendirêj a salên dawî yên dema Împeratorîya Osmanî û destpêka sedsala 20an e.

Xwedî û berpirsiyarê rojnameyê Mewlanzade Rifat, di sala 1869an de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye û lawê nivîskarê navdar Ebdurehman Nacîm e. Ew, bi nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî û siyasetmedarî tê naskirin. Her wiha şexsiyetekî namdar û girîng ê tevgera neteweperwer a Kurd e di destpêka serdema 20an de. Wî, digel rojnameya Serbestî, rêvebirî û berpirsyarîya derxistina gelek weşanên din jî kirîye

Weşana rojnameya Serbestî, dem deman bête rawestandin jî, bêtirî diwanzdeh salan berdewam kirîye. Di nav weşanên wê demê yên Kurdan de ji xeynî Serbestî, rojname û weşaneke wisa temendirêj nîne. Bêguman di wê dema dirêj de, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî guherîn çêbûne; ku ew guherîn di vê xebatê de, bi ser sê dewran ve hatine destnîşankirin. Dewra yekem; ji destpêka çapkirina rojnameyê bigire heta biryara sirgûnkirina Dîwana Herb-î Urfî ya 21ê Nîsana 1909yê dewam kirîye. Dewra duyem; ji dema sirgûnkirina Misrê dest pê dike, bi çûna Parîs, Yunanîstan û cardin vegera Stenbolê û heta dawîya sala 1912yê dewam dike. Dewra sisêyan jî, ji navbereke dûrûdirêj a nêzîkî pênc salan şûn ve dest pê dike û di vê demê de Serbestî, weşaneke bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (Komela Pêşxistina Kurdistanê) ve hatîye weşandin.

Mewlanzade Rifat wek evîndar û têkoşerekî sînornenas ê hurriyet û doza rewa ya milletê Kurd, di rêya vê xebata dûrûdirêj a bênavber de, 8ê Îlona 1930ê li bajarê Helebê di 71ê salîya xwe de çû ber dilovaniyê.

***

Pêşgotin

Dr. Murat ISSI
Zankoya Panteîon-Atîna

Bêguman dîroknivîsîya kurdan an jî nivîsîna dîroka milletê kurd, ji dîroka milletên din ne cuda ye. Dîrokek ji dîroka gelên cîran qut û cuda bête nivîsîn, di hewldana nivîsîna wê de xeletî nîne lê kêmasîyeke mezin çêdibe. Xebateke wenî, piştgirîya dîroknivîsîya fermî ye ku ev her daîm tê rexnekirin. Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin ku dîroknivisîya kurdan an jî nivîsandina dîroka kurdan, nivîsandina parçeyekî/beşekî dîroka osmanîyan, eceman, ermenan, rûsan, yûnanan û hwd. ye jî.
Dîroknivîsîya kurdan wek dîsiplîneke akademîk li nav zankoyên kurdan aniha jî cih negirtîye. Axaftin û nivîsandinên sivik ku piranîyan wan bê çavkanîyan û bê arşîvan e, wek dîroknivîsandin têne qebûlkirin û di nav bîblîografîyaya kurdan de cih digrin. Milletê kurd ne hewcedarê dîrokekî fermî ye lê hewcedarê zanistîyê ye. Zanistî li ser rêya şêwandina nasnameyeke modern, fenera kurdan e. Rê û dirb an jî metodolojî, gerek qethen li ser rêya zanistîyê şaş nebe.
Lêkolîna Seîd Veroj a ku li ser jîyana rewşenbîrekî nemir hatîye amadekirin, kêfxweşîyeke mezin dide me. Ji ber ku rê û dirba lêkolîner, ne ji bo gerandina bersivên amade ye, armanca wî dîtin an jî nîşandana rastîyên dîrokî ye. Metoda lêkoler, di nav akademîyê de wek mîkrohistorîya tê naskirin ku lêkoler bi wê metodê, li ser jîyanekî lêkolîn kirîye û her mijareke nava vê jîyanê tê şopandin. Dorûberê vê jîyanê, dewr û serdema civakan, dewletan tên nîşandan. Lêkoler Veroj, bi pêwistîya îzahkirina jîyana Mewlanzade Rifat Beg, ronahî dide li ser gelek mijarên dîroka kurdan û wan eşkere dike. Bi dilxweşî û hêsanî mirov dikare bibêje ku bi vê lêkolînê gelek mijarên nezelal û tarî tên xuyakirin.
Pêşkêşkirina rojnameya Serbestî ne tenê ji bo dîroka kurdan her weha ji bo dîroka osmanîyan jî yekemîn e û bi vî awayî ev lêkolîn bi xwe hêjayîya xwe zêdetir dike. Dîrokvan û lêkolînerên kurd ji bilî navê Serbestîyê tiştekî zêde nizanîbûn. Bawerîya me ew e ku, lêkolîner Veroj bi teqdîmkirina rojnameya Serbestî, derîyê gengeşîyeke nûh vedike: Gelo rojnameya Serbestî rojnameyeke osmanî ye yan jî kurdî ye? Û her weha jî derîyên nûh ji bo lêkolîner û zanistvanên nûh vedibin. 09.02.2016

İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları

İBV Çapa Yekem: Hezîran 2017, Stenbol