Behman Qubadî/ Sînemaya kurdî wekî zarokekê nûzayî ye; hîn dest bi rêveçûnê nekirîye (Hevpeyvîn)

0
4539

Seîd VEROJ: Gelo Behman Qubadî kî ye, kîngê û çawa dest bi hunermendîya sînema gerîyê kirîye û heta nûha çi berhem daye? Nav û naveroka wan çiye?

Behman QUBADÎ: Ez Kurd im. Ji Kurdistana Îranê bajarê Banê (nifusa wê nizîkê çarsed hezar e û di navbera Iraq û Îranê de ye) û gundê Serdav’ê me.  Sih û du (32) salî me. Zaroktîya min li ciyê ku fîlm hatîye kêşandin li wan deran derbaz bûye, mezin bûme. Min li Zankoya Tehranê  beşa sînemayê xwendîye. Berîya sêzdeh  (13) salan min dest bi xebata sînemayê kirîye. Min bi kurte- fîlman dest bi huner- mendîya sînemayê kir, sih û çar kurte fîlmên min hene. Ez çûme dibistanê, lê piştre ez têgeham ku dibistanê tiştek nedaye min.

Bi esasî ez di van kurtefîlman de hînê hunermendîya fîlm û sînemayê bûme. Hûn bi vê fîlma min jî dibînin; hemû kurtefîlmên din jî liser jîyana însanan in. Fîlmên min hemû di wan herêman de hatine kêşandin, naverok û mijara wan jîyana gelê Kurd e; berhemên pêjin û zanînên ku gelê Kurd dane min, kambaxî û zehmetîya jîyana wan, bihurîya min û malbata min û hevalên min, êş û dijwarîya şer in. 

Seîd VEROJ: Liser hunermendîya we bêtir tesîra kîjan ekol û kevneşopan heye? Nêzikayîya fîlmên we û Yilmaz Guney bi hev re heye gelo?

Behman QUBADÎ:  Ez şopgerê tu kevneşopekê nîn im, lê tu ê bêjî tesîra wan liser te nebûye? Tesîra her fîlmekî liser meriv çêdibe, fîlma herî sivik be jî.  Lêbelê ez girêdayî tû ekolekê,  şopgerekê,  –îzmekê nîn im.  Belê fîlma min realîst e, lê bi girêdayî ekolekî nîn im.  Êkstperîzma sînemaya Alman jî bi min xoş e, lê ez ne Êkistperîst im. Dogma sînemaya Danîmarkî jî tesîr li min dike, lêbelê ev tesîr umumî ye, tenê îlham ji wan digrim.

Min fîlmên Yilmaz Guney temaşe nekirine, ez wî zêde nas nakim, min di demekê gelek bihurî de tenê fîlma  temaşe kirîye, lê wê demê jî min nizanibû ev fîlm ya Yilaz Guney ye.

Seîd VEROJ: Gelo em dikarin bahsa sînemaya Kurd bikin, yan jî em dikarin bêjin sînemaya Kurd heye? Sînemaya Kurd ger hebe ew di kîjan qonaxê de ye.

Behman QUBADÎ: Sînemaya Kurd wekî zarokekê nûzayî ye. Hîn dest birêveçûnê nekirîye. Bi gelemperî jibo tevayî dinyayê em dikarin  bêjin, kîngê ku li welatekî di salê de nizîkê bîst fîlman bête çikirin wê demê em dikarin bêjin sînema li wê derê geş bûye. Belê, virda wêda hinek tişt çêbûne, lêbelê rewş pirr zayîf û paşve ye.  Lê ez bawer dikim piştî panzdeh-bîst salan rewş dê gelek baş be. Ne tenê Behmanek, ne tenê Yilmazek, … wekî din divê gelek Behman û gelek Yilmaz derkevin. Di Kurdîstana Îranê de vê gavê  gelek xort bi karûbarê sînemayê re mijul in. Bi tevî ku ji alîyê aborî ve rewşa wan nebaşe, hemû jî bi cehd û fidekarîya xwe vê xebatê dikin. Lêbelê em nikarin bêjin sînemaya Kurdistanî heye.

Seîd VEROJ: Li Kurdistana Îranê xebatên rewşenbîrî û hunermendî bi taybetî jî yê sînemayê di kîjan qonaxê de ye? Li ber xebatên we asteng çêdibin gelo?

Behman QUBADÎ: Ez naxwazim bersîva vê pirsyara te bidim, lewra ev pirsyarek polîtîk e. Ez naxwazim polîtîkayê tevî vê xebatê bikim. Lewma ez bersîv nadim. Lêbelê piştî xilasbûna hevpeyivînê em dikarin bi taybetî bipeyivin. Lê bi kurtî  ez dikarim bêjim ku di encamê de ev fîlm li Îranê û bi Kurdî hatîye çêkirin, tu pozekî wê jî nehatîya qutkirin û Dewleta Îranê vê fîlmê jibo xelata oskarê endam nîşan daye.

Seîd VEROJ: Berîya nîşandan fîlma Dema Sermestîya Hespan* we çi dipa û çi bersîv girt? Lewra hûn dibêjin Senaryoya vê fîlmê nehatîye nivisîn, her tişt berhemê xwezayîya jîyana leyîztikvana ye, … mesaja ku we dixwest bi vî fîlmê bigehînin temaşevanan, gehîşte cîyê xwe gelo?

Behman QUBADÎ: Min gelek zêde temaşevan dipa û min dixwest li her derê dinyayê jî bête nîşandan. Ez ji zarokan gelek hêvîdar bûm, min bawer dikir dê gelek baş be. Gelek bawerîya min bi zarokan hebû, ez ji fîlmên realîst hîn bûbûm ku bi zarokan û mirovan re têkilî çawa tête danîn û çawa biser dikeve. Heta nûha min kurtefîlm çêdikir, ev yekemîn fîlma min a dirêj e. Min gelek şik dikir, gelo temaşevan dê karibin 80 deqîqe tehamula vê fîlmê bikin yan na. Fîlma min gelekî bala Kurdan kişand û nêzikayîyeke dilînî dît.

Seîd VEROJ: gelo ji alîyê lîteratorê ve terza(rêbaza) hunermendîya we ya sînemayê, em dê çawa binav bikin, binasin?

Behman QUBADÎ: Ez naxwazim xwe di çarçova lîteratorekê de bidime nasandin. Ev yekemîn fîlma min a mîtrajdirên bû, ez xwedî îdîakî pirr mezin nebûm. Ez dixwazim terza sînemayekê dramî ya pirr bihêz pêk bînim; ku ev fîlm xwe bisipêre pelge û xîyalan, di nav- bera pelge û xîyalan de bawerîya temaşevanan bi rastinîya wê hebe.

Seîd VEROJ: Hun dibêjin wek derhênerek Emîr Kusturîca di- ecibînim, di fîlmên we de tesîta wî heye gelo?

Behman QUBADÎ: Na. Fîlmên min û Emîr Kusturîca ji hev gelek dûr in, lêbelê  gelekî hes ji wî dikim. Ji Anclopolîs jî gelek hes dikim, ji Keya Rustemî jî gelek hes dikim, … Ez ji wan hes dikim, lê heskirin nayê mana ecibandina terza wan.

Seîd VEROJ: Berîya ku hûn werin Dîyarbekir di derbarê vî bajarî de pêjin û ramana we çi bû û we çawa dît? Gelo Dîyarbekir xoş e yan Mahabad?

Behman QUBADÎ: Ez kelagirî bûm. Jibo min pêkhatina xewnekê ye, dikarim ewqas bêjim. Û dîtina van însanan, bi taybetî jî ê zarokan. Gelek dişibin yên me. Tu xerîbîtî nakşînim. Dema ku ez li Dîyarbekirê digeryam, min merivên di romanên Yaşar Kemal de dîtin.

Seîd VEROJ: Tû ji kerema xwe re dikarî derbarê xebatên xwe yên nû de agadarî bidine me?

Behman QUBADÎ: Di fîlma min a nû de zarok nîne, dê jin û mêrên gihiştî bileyzin. Bi taybetî mijara projeya min a nû; Mûzîka Kurdîstanê ye. Çîroka sê dengbêjan e ku qasê 1600 km rêyekî dirêj dikudinîn û di vê rêwîtiyê de li her gundî de ji alîyê gundîyan ve bi mêvanî têne mazubandin. Ev fîlm jî wê li herêma Banê bête kêşandin.    

Seîd VEROJ: Bi rêka Kovara WARê, mesaja ku hun dixwazin bidin hemû temaşevenan û bi taybetî jî xelkê Dîyarbekirê çiye?

Behman QUBADÎ: Bila pirr herin sînemayê û temaşa fîlman bikin. Sînemayê wek hobî û meşxulîyetekê nebînin. Bi saya sînemayê merivin cûda cûda nasbikin, herêmên din nas bikin. Sînema çalekîyek e. Dema xwe vala neborînin. Jixwe jîyana me bi xwe di nav tengasîyên gelekî mezin de ye. Eger çend seet dema we ya vala hebe, wê jî bi tiştekî erênî biborînin.

Seîd VEROJ: Em ji we ra gelek sipas dikin bi navê Kovara WAR.

Behman QUBADÎ: Ez jî sipas dikim, hêvî dikim hûn di xebata xwe de serkevtî bin.

Kovara WAR, Hejmar: 12

* Navê wê yê xwerû “Zemanî Beray Mestiyî Esbha” ye.