Pêşgotin

“Ger ronahî ne ji te be, çiraya xatirê riya te ronî nake.”

Li ser çapkirina yekemîn kovara Kurdistanê (30 Kanûna 1919) 96 sal û li ser mirina Mehmed Mîhrî Hîlav jî 57 sala derbas bûn. Der bareyê vê kovarê û xwedîyê wê Mehmed Mîhrî de, xebatên ku hetanî îro hatine belavkirin gelek kêm û berteng in. Lewra Mehmed Mîhrî, ronakbîr û entellektuelekî girîng ê milletê kurd e. Ew, yek ji endamên çalak ên rêxistinên wê demê bû û di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Jîn, Kurdistan û wd. de li ser babetên zimanzanî, edebî, sîyasî, felsefî, sosyal û kulturî gelek meqale nivîsandine û pirtûkên wî hatine çapkirin. Ji ber vê yekê, ew, bi nav û nasnameyên cûr bi cûr; wek zimanzan, edîb, rojnamevan, sîyasetmedar, civaknas û hiquqzan tête naskirin. Bi derengî be jî, bîranîna ked û xebata şexsîyetên wekî Mehmed Mîhrî, ji alîyekî ve pêkanîna mesuliyetîyek komelî û neteweyî ye û ji aliyê din ve jî bi kêmanî hinek ronîkirina rewşa civakî û sîyasî ya wê demê ye.
Mehmed Mîhrî di nîvîsên xwe de xizmet û xebata ji bo millet û welat, wek wezîfeyek pêdivî dibîne û yên ku neketine bin barê vê wezîfeyê, bi awayekî tund rexne li wan digre û dibêje: “Di nav vî qewmî de gelek mirovên xwedî fazîlet û belkî yên dahî jî hebûne û bîlfiîl jî hene, feqet nekarîne xizmetên pêdivî pêk bînin. Lakîn van mirovan ji hinekan re gelek xizmet kirine û ji ber vê xizmeta wan jî, teşekûr û tebrîk ji bo wan hatine teqdîmkirin. Li hember vê yekê, wek dîyarîyek ez vê beytê teqdîmê wan dikim: “Ew ên ku xwedîyê fazîletê bin û fazîleta xwe li hemberê qewmê xwe nîşan nedin û veşêrin, çawa ku îtimat bi wan nabe herweha jî lome ji wan tête kirin.” Wisa dîyar e ku ev nêrîna di nav van hevokan de, wek çarçoveya weşana kovarê hatîye dîyarkirin. Herweha sernivîskarê kovara Kurdistan Arwasîzade Mehmed Şefîq jî di hejmara yekemîn a kovarê de, behsa pêdivîya xebatê û parastina şeref û hesîyeta neteweyî dike û dibêje: “Çawa ku ferdê me heysîyeta xwe muhafeze dikin, lazime ji bo şeref û îzeta milletê xwe zêdetir canfîdayî bikin. Lewra şeref û heysîyeta millet, hem bo wî ye û hem yê temamî kesan e.”
Her wekî me li jorê jî got, Mehmed Mîhrî, bi nav û nasnameyên cûr bi cûr û li ser babetên ciyawaz nivisandîye. Bi taybetî dema mirov bala xwe bide naveroka nivîsên wî yên di nav rûpelên Hetavî Kurd, Jîn û Kurdistan de: dîyar dibe ku mewzuya nivîsên wî, bi pirranî der heqê ziman û edeba kurdî, girîngî û pêdivîya perwerdeyîya bi zimanê kurdî, cografya û belavbûna nifûsa kurdan, xûsusiyetên tarîxî yên civaka kurdan, rewşa derûnî û xusûsiyetên qerekterîstîk ên kurdan, meseleya qirkirina ermenan, girîngîya Prensîbên Wilson û tetbîqkirina wan de ye. Di vê kurte pêşgotinê de, ne mimkune bi teferuaten behsa van mewezuyan bête kirin. Lêbelê bi çend bendan dîyarkirina naveroka hinek babetên di nav vê pirtûkê de, dê ji bo têgehîştina xebata Mehmed Mîhrî û kovara Kurdistan, ji xwendevanan re asanîyek çê bike.
Mehmed Mîhrî di naveroka van xebatên xwe de bi giştî der bareyê ziman, alfabe û perwerdeyîya bi zimanê kurdî de weha dibêje: “Ji bo mirovayetîyê ziman û pêkanîna perwerdeyîya ziman, wezîfeyeke pêdivî ya pêşkevtin û perwerdeyîya mirovan e. Ji ber ku kurd ji nîmeta perwerdeyî mehrum mane, zimanê kurdî jî yekcar paşve maye. Di vê babetê de xetekî sade û musteqîl a kurdan jî nîne. Divê li Kurdistanê mektebên îptîdaî bêne zêdekirin û mindalên me bi zimanê xwe fêrê xwendinê bin. Li ser meseleya alfabeyê jî fikra min a kurt ev e; divê herfên erebî esas bêne girtin û li gor pêdivîya zimanê kurdî li ser wan hereke bêne îlawekirin… Di vê babetê de, yên berîya me pêdivîya mesûliyetîya xwe neanîne cî. Mixabin rewş ev e, lê ev rewş nebû sebebê sistayî û bêhêvîtîya min, bîlakîs ev, ji bo xebat û cîddîyeta min bû tesîrê herî girîng. Ji ber vê yekê ez bi xwe bûm yek ji pêşengê xebatên vê sehayê. Ji bo vê qewmê necîb şev û roj mesaîyê cedîde serf kirin, farîzeyê her kurdekê dûr, dûrê întibah e.”
Nivîs û lêkolînên wî yên li ser ziman û edebîyata kurdî, babetên tewr girîng ên xebata wî pêk tînin. Ji ber vê yekê ye ku wî di binê sernivîsa “Nimûneyên ji edebiyata kurdî” de weha lêkirîye: “Mimkun e ku ev cumle, ji terefê gelek kesan ve wek heyretek bête dîtin û di mejîyê hinekan de jî ecêbîyetek zêde peyda bike.” Lewra gelek kes dibêjin “Gelo zimanê kurdî ji edebîyatê re musaîd e, edebîyata kurdî heye?” Ji bo bersîva van pirsan, “ez dê bi şêweyên kurmancî û goranî, ji edebîyata kurdî hinek xazel, beyt, stran, goranî, lawje, heyranok, lawik û bêrîteyan pêşkêşî we bikim.”
Bêguman di naveroka nivîsên Mehmed Mîhrî de, rewşa sîyasî ya wê demê jî hatîye nirixandin û der barê dahatûya milletê kurd de nêrîn û peyamên sîyasî jî hatine belavkirin. Ew di nivîsa xwe ya bi navê “Le tarîkî bo ronakî” de, vê yekê dîyar dike û dibêje: “Hemû komele, bi derhênayên xwe, di tarîxa însaniyetîyê de cîyekî berkevtî kirine temînê mayina xwe; em hêşta di nav tarîtîyê de rizgar nebûne. Mewqîya me ya vê gavê, ligel dewreyê tekamula evro de qethîyen naguncit.” Herweha ji naveroka nivîsên wî dîyar dibe ku ew jî wekî gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên wê demê, Prensîbên Wîlsonî, ji bo dîyarkirina çarenûsa milletê kurd wek ronahîyek rizgarî û hêvîyeke girîng dibîne û weha dibêje: “Herhal wê encama tetbîqkirina Prensîbên Wîlson dîyar bibe; nêrîna giştî ew e ku di encama tetbîqkirinê de, li şûna dinya berê dê dinyayek nû bête sazkirin. Tetbîqkirina van prensîban, dê ji millet û qewmên felaketzade, mehrum, xemxûr û jibîrbûyî yên wekî kurdan re bibe wek “vejîna piştî mirinê.”
Di nav rûpelên kovara Kurdistan de, babeteke herî balkêş jî, nîqaşkirin û nirixandinên li ser tekilîya kurd û ermenan e. Belavkirina agadarî û raportên yekalî û terafgîr, bi tundî têne rexnekirin û hewldanên wisa wek “derew û îftirayên bêbingeh û xapînok” têne nirixandin.
Di dawîyê de dixwazim bi kurtayî der barê awayê xebata berdest de çend xalan bi we re parve bikim. Ev nivîsên Mehmed Mîhrî yên ku di nav rûpelên vê pirtûkê de hatine çapkirin, ji xeynî Mukadîmet-ûl Îrfan, hinekê wan di Rojî Kurd, Hetavî Kurd û Jîn de hatine belavkirin û yên mayî jî hemû di nav rûpelên kovara Kurdistan de hatine belavkirin. Layekî herî girîng ê vê xebatê jî transkrîp û wergera osmanîya belgeyên berdest e, ku piranîya wan ji alîyê mamoste Cemîl Amedî ve hatine wergerandin. Ji ber vê piştgirî û keda hêja ya Cemîl Amedî, careke din ji cenabê wî re pirr sipas dikim. Herweha bi derengî be jî, bîranîna Mehmed Mîhrî Hîlav û xebatên wî yên hêja, wek wezîfeyek netewî-civakî dibînim. Ji ber van xebat û berhemên wî yên birûmet û dîrokî, em hezar carî teşekur û tebrîkên xwe pêşkêşî wî dikin û dibêjin mala te ava û ciyê te bihuşt be.
Herweha vê pirtûkê dîyarî dikim ji bo 117. salvegera rojnamegerîya kurd.
31.03.2015