Lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj, di derbarê xebata xwe ya dawî Mihemed Mîhrî Hîlav û govara Kurdistanê de ji BasNûçe’yê re axivî.

BasNûçe – Lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj, di derbarê xebata xwe ya dawî Mihemed Mîhrî Hîlav û govara Kurdistanê de ji BasNûçeyê re axivî. Veroj tekez dike ku Mihemed Mîhrî rewşenbîr û siyasetmedarekî pirralî û girîng ê milletê kurd e û di weşangerî û pêşketina weşangeriya kurdî de kedeke mezin daye. Herwiha Veroj li ser weşanên destpêka sedsala 20an jî radiweste û eşkere dike ku ew hewl dide weşan û serkirdeyên wê serdemê bi nifşê niha re bide nasandin.

Mehmed Mîhrî Hîlav– Bi taybetî em Mihemed Mîhrî Hîlav û govara Kurdistanê bi hev re dibînîn. Çima em van her du navan bi hev re dibînîn û bi taybetî tu li ser vê mijarê xebitî?

:- Yek ji armanca min ew e ku bi taybetî li ser dîroka çapemenî û rewşenbîriya kurd ya navbera salên 1880-1925an dixebitim. Di vê xebatê de gava em bala xwe bidin wê demê, em dibînin ku piştî Rojnemeya Kurdistanê gelek rojname û govarên din jî li ser navê kurdan û rêxistinên wan hatine çapkirin û belavkirin. Ji van rojname û govaran, Kurdistan a Bedîrxaniyan ne tê de, yên din hemû bi rêxistinên wê demê ve girêdayî û wek organên rêxistinan hatine çapkirin û belavkirin. Dema mirov bala xwe dide wê demê çi derdikeve pêşiya me: Yek; kîjan rêxistinan ev rojname û govar çap kirine; du; armanca derxistina van weşanan çibûye. Dema tu van esasan bidî ber çavê xwe, bivê nevê te ber bi lêkolîna destpêka hişyariya netewî di nav civat û rewşenbiriya kurdan ve dibe. Hun dizanin ji xeynî weşanên meslekî û pisporî, her weşaneke siyasî aramanca wê ya civakî û netewî heye. Dema armanc û hedefeke netewî nebe, weşanên wisa nahên belavkirin. Ji derveyê weşanên meskelî û pisorî yan jî zanistî, weşanên civakî û siyasî bi teqez aliyên wan ên siyasî û netewî hene. Bi taybetî bi armanc û naveroka van weşanan re eleqedir dibim. Dema mirov bi naveroka wan mijûl dibe, dibîne; ev rojname û govar kê derxistin, çi wext derketine, siyaseta weşana wan çiye, di nav rûpelên van weşanan de kê nivisandiye. Tu dibînî hin kesan berpirsiyarî girtiye ser milên xwe, hin kesan carinan nivîsîne. Hin kesan jî bênavber nivîsîne. Vêca tesnîfkirina van derdikeve pêşiya me. Pêşiyê bêguman divê mirov li pevgirêdaniya civakî û netewî ya van kesên nivîskar û weşanger binêre. Gava ev yek hat famkirin mirov dikare politikaya vê weşanê bizanibe. Di vê çarçoveyê de tenê ne li ser Mihemed Mîhrî û Govara Kurdistan, divê li ser gelek şexsiyetên nivîskar û weşanên din jî lêgerîn û lêkolîn bêne kirin. Ger em vê demê wek zincîrek bifikirin, dibînin ku hinek helqeyên girîng ên vê zincîrê hîn nehatine temamkirin. Heta îro li ser vê dem û dewreyê, di lêkolînên hatine kirin de hinek kêmaniyên girîng hene. Wezîfa me ew e ku kêmanî û helqeyên mayî temam bikin, van weşanan ji nû ve vejînîn û bidin nasîn û da ku nifşên me yên nû jî wan bizanin, têbigihin û li ser wan bibe xwediyê fikrekê. Bi vê avayê, dê rabirdû û dîroka xwe hîn baş û rast fêr bibe û evroya xwe jî hîn rasttir bixweyne.

– Bo çi bi taybetî Mihemed Mîhrî Hîlav?

:- Mihemed Mîhrî rewşenbîr û siyasetmedarekî pirralî û girîng ê milletê kurd e û bi nasnameyên xwe yên cûda cûda tête nasîn. Ya herî girîng jî ew xwdiyê îmtiyaz ê govara Kurdistan bû û sernûserê govarê jî Arwasîzade Mihemed Şefîq bû. Li ser vê govarê pirr kêm xebat çêbûye. Mihemed Mîhrî wê deme li ser zimanê kurdî jî xebatek bi navê ‘Muqaddûmet ûl Îrfan’ kiribû. Pêşiyê wê xebata wî bala min kişand. ’Muqaddûmet ûl Îrfan’ yanî ’destpêka îlm û îrfanê’ ye. Ev xebat li ser fonolojiya zaravayên kurdî ye wekî destpêka ferhengekî pênc zimanî hatiye amadekirin. Me ew xebat ji osmanî wergêrand zimanê tirkî û kurmancî. Piştî wê Mihemed Mîhrî bala min kişand. Govara Kurdistan di Kanûna 1919an de dest bi weşanê kiriye. Wek organekî Cemiyeta Tealiya Kurdistan hatiye weşandin. Mihemed Mîhrî xwediyê vê govarê ye û endamê cemiyetê ye û govar jî govareke lêkolinî ye li ser kurd û Kurdistanê. Ev xebata berdest, li ser nivîsên Mihemed Mîhrî û govara Kurdistanê hatiye belavkirin.

Mihemed Mîhrî rewşenbîrek herî girîng millete kurd e; ew bi nasnameya xwe ya edîbî, siyasî, hiqûqzanî, felsefî û zimanzanî tê nasîn. Mîhrî di xeta edebî de xwe wek şopgerê Nalî û Fûzûlî dibîne. Li ser dîwana Fûzûlî pirtûkekê dinivîse. Ev pirtûk, sala 1937’an di nav weşanên Aydınlık’ê de tê çapkirin.

– Em dizanîn Stenbolê gelek weşanên kurdî derdiketin û xebatên baş hebûn. Ew hewldanên li stenbolê çiqas gihişte Kurdistanê?

:- Di Govara Kurdistanê de Mîqdad Bedirxan dibêje; ‘Ji her hejmara ku derdikeve, em ji wê 2 hezaran rêdikin Kurdistanê.’ Cihê din bihaya wê ew qas e, lê yê em dişînîn Kurdistanê belaş in. Da ku di nava gel de bê belavkirin. Armanca wan hişyarkirina miletê kurd û hişyarkirina fikra netewî di nav civaka kurd de bû. Weşanên wê demê di vê çarçoveyê de hatin belavkirin û çapkirin.

– Lê çiqas li Kurdistanê belav dibin?

:- Ew weşanên em behs dikin, piraniya wan li Stenbolê hatine weşandin û belavkirin. Ji Stenbolê ve dihatin ji bo Kurdistanê. Gava ku em temaşa wê demê dikin, mesela Ebdurrehman Rehmî di nav rûpelên Serbestî de dibêje; rojnameyên Serbestî, Kurdistan û Jîn yê cemiyeta me ne (Cemiyeta Tealiya Kurdistanê), bi baldarî van weşanan bişopînin, bixwînin, bikirin, belav bikin û bûhaya wan rêkin bo Cemiyeta Tealiya Kurdistanê li Stenbolê. Wê demê Cemiyeta Tealiya Kurdistanê hebû. Ev cemiyet di sala 1918’yan de hatiye avakirin. Ew çalakiyên siyasî, rewşenbîrî yên piştî Şerê Yêkem, pîştî Peymana Mondrosê pirranî bi rêvebiriya Cemiyeta Tealiya Kurdistanê hatine meşandin. Ew govar û rojnameyên me behsa wan kirin; Jîn, Govara Kurdistan û Serbestî wekî organên cemiyetê dihatin weşandin. Ew kesên ku li van weşanan de dinivîsandin piraniya wan endamên cemiyetê bûn. Yanî endamên Komeleya Pêşketina Kurdistanê bûn. Mihemed Mîhrî yek ji mesûlê Govara Kurdistanê bû. Lê nivîsên wî di nav Jînê û weşanên din de jî derdiketin.

-Çima te bi Mihemed Mîhrî destpêkir?

:- Li ser Rojnameya Teawûn û Terakkiya Kurdan, Jîn û Kurdistan a Bedirxaniyan xebatên birêz M. E. Bozarslan hene, bi kurdî û tirkî hatine çapkirin, haya me ji wan heye. Herweha lêkolîner Malmisanij û Mehmûd Lewendî jî li ser weşanên wê demê lêkolînek hêja pêşkêşê me kirine. Di nav vê xebatê de behsa rojnameya Serbestî nebûye û behsa weşanên din jî bi kirtayî hatiye kirin. Divê li ser van her yek weşanan xebatên berfireh bêne kirin. Xebata min a li ser Mihemed Mîhrî û govara Kurdistanê, destpêkek ji vê xebatê ye. Di pey wê re, dê xebata li ser rojnameya Serbestî û Mewlanzade Rifat bigîje ber destê xwendevanan. Herweha xebata li ser birayên Bedirxanî Celadet û Kamuran Bedirxan a di navbera salên 1914-1923yan jî helqeyeke ji xebata li ser vê demê ye.

-Em dibînin di destpêka sedsalan 20an de li çar perçê Kurdistanê rewşenbîrên kurd hebûn û hatin Stenbolê. Tu li ser danûstandin û hevkariya wan çi dibêjî?

:- Gava em rewşa wê deme ya Kurdistanê bînîn pêş çavên xwe, Kurdistan bûye du perçe; perçeyek di bin destê Îranê û yek jî di bin destê Osmaniyan de ye. Wê demê paytexta osmaniyan Stenbol, heman demî navenda rewşenbîrî ya kurdan bû jî. Ew şert û rewşa Stenbolê li herêma Kurdistanê mewcûd nebû. Lewma hem ji Kurdistana Osmanî û hem jî ji Îranê berê rewşenbîr û ulemeyan ber bi Stenbolê ve bû. Gelek rewşenbîrên kurd dihatin Stenbolê. Wek Hecî Qadir Koyî, Keyfî, Nalî û Pîremêrd. Stenbol bo rewşenbîrên wê demê derfetek bû. Li Kurdistanê desthilatdariyek yan jî rêxistinek nebû li rewşenbîran xwedî derkeve. Stenbol bi derfetên xwe bûye yekemîn di warê xebatên çapemeniya kurd de jî. Ji ber vê yeke em dikarin bejin ku di wateyek modern de fikra netewî ya kurdî jî li Stenbolê dest pê kiriye. Bi damezirandina rêxistinên nû û çapkirina van govar û weşanan dest pê kiriye. Yekem car Mem û Zîn li Stenbolê sala 1919’an de bi biryara Cemiyeta Tealiya Kurdistan hatiye çapkirin. Jixwe armanca vê cemiyetê, pêşxistina çanda kurdan û bi rêya wê peydakirina fikreke netewî nava civakê de ye. Wê demê gelek millet di nav sînorên siyasî yên Osmaniyan de hebûn û kurdan mêze kir yek bi yek jê veqetiyan. Ta ku di Şerê Yekem de hemû ereb jî veqetiyan û piştî şer mêze kirin tenê ew mane ber destê osmaniyan. Damezirandina tevgerên siyasî yên kurd li Stenbolê û xebata wan a di seha ya çapemeniyê de, ji bo hişyarkirina û bidestxistina mafê netewî yê miletê kurd bû.

– Mihemed Mîhrî Hîlav kî ye?

: -Mihemed Mîhrî bi eslê xwe ji bajarê Cîwanro ya Rojhilatê Kurdistanê ye û sala 1885’ê ji dayik bûye. Di 17 saliya xwe de xwendina xwe ya seretayî di rojhilatê Kurdistanê û di medreseyên bav û kalê xwe de qedandiye û li ber destê bavê xwe û birayê xwe perwerde bûye. Piştre çûye Hêwlêrê xwendina xwe dewam kiriye. Piştî xelaskirina xwendinê demeke kirt li medreseye ders dide û paşê ji ber nakokiyên malbatî berê xwe dide Bakûr. 1908’an pêşiyê tê Wanê, li medreseya Xorxorê û digel Seîdê Kurdî ders digire. Jixwe Seîdê Kurdî jî, Arwasîzade Mihemed Şefîq jî wê demê nas dike. Têkiliyên wan wê demê dest pê dikin. Piştre sala 1911an diçe Stenbolê. Li Stenbolê di Medreseya Fatih de dikeve îmtîhanekê, ji nava 150 beşdarvanên dibe yekemîn. Xwendina xwe ya mayî li Stenbolê di Medreseya Fatîhê de temam dike û bi qîza mamosteyê xwe yê medreseya Fatîhê, Şazê Xanim re di sala 1918’an de dizewice. 3 keç û 2 lawên wî di vê zewacê de çêdibin. 1911-1912an têkiliyên wî û rewşenbîrên kurd çêdibe. Bi Komela Hîva re dikeve têkiliyê. Bi navê cuda cuda helbest û nivîsên wî di govara Rojî Kurd û wd. de hatine weşandin. Piştre di medresa Fatîhê de dibe mamoste û di dema Şerê Cîhanê de hiqûqê dixwîne û têkiliyên wî yên ligel rewşenbîrên kurdan pêşdikevin. Piştî ku hiqûqê diqedîne, sala 1920’an qeyda xwe li Baroya Stenbolê çêdike. Bi vî avayî nasnameyên wî yên cihê cihê çêdibin. Di sala 1952an de li Stenbolê parêzeriya Saîdê Nûrsî kiriye. Di sala 1957an de li Stenbolê koça dawîn kiriye. Kurê wî Selahaddîn Hîlav li Tirkiyê yek ji fîlozofên navdar e.

23.07.2016

Kerem Arî

– See more at: http://basnuce.com/ku/news/17514/mihemed-mihri-hilav-ji-afireneren-rewsenbiriy#sthash.0nKlY3Gp.dpuf